Dîrokvanên Misilman, di qeyd û nivîsên xwe da, Kurd carna qet nedîtine, carna piçûk kirine, carna jî guherandine bi qewmekî dinê cûda ve. Gelek şaxên Kurdan li hêvîya ronayîkirinêne. Di vê xisûsê da, ji nû da gerek li qeyd û arşîvên ğerbîyan, zêdetir jî li arşîvên Watîkanê were nêrîn. Lewra Ğerbî ze’f li ser milletên Misilman xebitîne, me’lûmat û îstîxbarat berhev kirine, şandine navendên xwe. Li ser Kurdan jî zêde xebitîne. Loma îro ne li ser şaxên Kurda tenê belkî li ser her ‘eşîrekî, terîqekî bi dehan kitêb nivîsîne. Wana bi nîyeteka nebaş jî ev me’lûmatana berhev kiribin, nivîskar û dîrokvanên Misilman bi nêteke qenc ji van arşîvan dikarin istîfade bikin.
Qewmek di dîroka îslamê da dewsa xwe kifş neke, di rojeva Misilman de nikare cî bigre... Bi vê meqsedê, li jêr, bi granî jî di dewra Xîlafeta ‘Ebbasîyan de hînek Xanedan, dewlet û şaxên Kurdan, wê werne naskirin. (Li gorî rêza dîroka damezrandinê)
1- Custanîyan: Dîrok: 805-919: 114 sal. ‘Erdnîgarî: Navend, Deylem... Rey, Ruzbar (carna)... Xanedan: 5 Xanedana ‘hukum kirine. (Ê paşîyê û ê dawî) 1. Merzûbanê Lawê Custan (805-?)... 5. ‘Elî’yê lawê We’hsûdan (913-919)
- Gelek Welîyê Xîlafeta ‘Ebbasîyan ji vê malbatê derketine.
- Kelha Alamûtê Custan 1. (yekem) çêkirina wê dest pê kirîye.
- Keça Custanê 2. (duyem) bi Sellarê lawê Merzûban ra zewicîye.
“Oğuz” ji bonî Tirka çi be, “Sellar/Salar” jî wisa derbas dibe ji bonî Kurdan. Lewra Xanedan û dewletên Kurd, bi pirranî ji nesla Sellar in.
2- ‘HEZBANîYAN: Dîrok: 906-949: 43 sal. ‘Erdnîgarî: Mûsil, Urûmîye, Eqra, Rewandiz, Şehrezor, ‘Îmadîye... Xanedan: Ca’fer Mu’hemmedê l. Bîlal Hezbanî. Di 949’an da di navbera Hemdanî û Hezbanîyan de şerr çê dibe. Hezbanî, nîvek bindest dibin. Nîvek jî koçberî herêma Bakêre Îranê û Azerbêcanê dibin.
3- SELARYAN: Dîrok: 930-1200: 270 sal. Bi navê Musafirîyan, Kangerîyan jî têne zanîn. Bi rastî, Musafirî, Merzûbanî, Salûqî, Şeddadî, Rewwadî tev ji nesla SELAR’in. Eqrebatîya wan û Eyyûbîyan jî heye... Sunnî û Şafi’îne... Erdnîgarî: Curcan, Deylem, Erdebîl, Ermenîyye, Azerbêcan, Arran, Nahçivan û Bağistan... Navend: Erdebîle. (Erdebîl û Geylan herêmekin. Şêxê Geylanî) Xanedan:
- Salarê lawê Merzûban: 927an de Mîrê ŞEMÎRANê ye. (l.=law)
- Mekan Şêr-dilê lawê Selar: 928an de Welîyê CURCANÊye.
- Ewsar Musafirê lawê Selar: (Musafirîyan navê xwe ji vî hildidin.) Dewleta musafirîyan di nav lawê Musafir de teqsîm dibe (NIŞE GIRÎNG: Xanedanê Kurd, Welatên xwe hemasa di nav lawê xwe û birayên xwe da weke mîrasê parve kirine. Loma ne YEKÎTÎ çêbûye, ne jî mezinbûn.)
- ‘Elîyê lawê Musafir: 913an de Welîyê Îsfahanêye. 916an de Welîyê REY’êye.
- E’hmedê l. Musafir: 919’an de Welîyê Tarîmêye. (941’î da dibe Dewlet)
- Mi’hemmedê l. Musafir: 941-950’î de Welîyê Erdebîlê ye.
4- SALÛQÎYAN: Dîrok: 914-924: 10 sal... Li Deylem’ê dewsa Custanîyan digrin. Salûqî esas şaxeke Musafirîyan e. ‘Erdnîgarî: Deylem, Rey, Ruzbar. Xanedan: Salûqê lawê Mu’hemmed’ê l. Musafir.
5- DEWLETA TARÎMÊ: 915-1065: 150 sal. ‘Erdnîgarî: Tarîm li başûrê Geylanê, navbera Reşt û Zencanê li dora çemê Qizil Xozanê welatekî Kurda yê piçûke. 941î da dibe dewlet. Xanedan: 8 Xanedan derbas bûne...
- Mu’hemmedê l. Musafir (915-919)
- Ehmedê l. Musafir (919-941),
- Ebû Mansûr We’hsûdanê l. Mu’hemmed (941-966),
- Nû’hê l. Wehsûdan. (Nu’h, Xanedan yê ji lawê xweyî Custan ra dihêle û dibe Welîyê ŞEMÎRANÊ. Di vê dirokê da Tarîm (989-997) 8 sala dikevê bin îşğala Bûweyhîyan.)
- Îbrahîmê l. Merxûbanê l. Îslma’îlê l. Wehsûdan (997-1029= 32sal)...
- Musafirê l. Custanê II. (1049-1065) (1049-1065)... 1065an de Selçuqîyan Tarîm îşğal kirin.
(Tirk berya vê dîroka hê ji Asya navîn derneketîbûn...)
6- MERZÛBANÎYAN: Dîrok: 941-971: 30 Sal... Erdnîgarî: Ermenîyya û Azerbêcan.. Merzûban nevyê Musafîr e: Merzûban’ê l. Mihemmedê l. Musafir. Xanedan: 1. Merzûban (941-957). 2.Îbrahîmê l. Merzûban (957-971) 971an de Bûweyhîyan Ermennîyye û Azerbêcan îşğal kirin. Merzûbanî tabi’ê wan bûn.
- Keçeke Merzûban bi Ruknud-Dewle Bûwayhî ra zewicî. Zarê wî hene.
- Nasir'ê l. Merzûban, 960î de Welîyê Erdebîlêye.
- Rewwadî û Şeddadî ji nesla Merzûbanîyan di nav Rewwad û Şeddat de belav bûn.
7- ŞEDDADÎYAN: Dîrok: 951-1200: 249 sal... ‘Erdnîgarî: Navend ‘heta 971î DWÎNê dora GENCE’ye... ‘Arran(Karabağ), Ermenîyye, Naxçîvan, Derbend (Demirqapî). Xanedan: 20 Xanedan derbas bûne. (Ê herî peşî û ê herî dawî). 1. Mihemmedê l. Şeddadê l. Rewwadê l. Merzûbanê l. Musafîrê l. SELAR. (971-979), XX. (20)- Key-Sultanê l. Me’hmud ê l. Şawer l. Fazlunê IV. (?-1200)
- Di nav xwe da serdest bûn. Di wê dewra da bendeyê Xîlafeta ‘Ebbasîyan bûn.
- 1054an da bendeyê Selaqîyan bûn. Middetekî bendeyê Bûweyhîyan jî bûne.
8- REWWADÎYAN: Dîrok: 1029-1117: 88 sal... ‘Erdnigarî: Navend Meraga... Gence Carekî Tebrîz jî ketîye destê wan. Xanedan: Rewwadî, ‘esil di dewra Ebul-Heyva Mihemmedê l. Rewwad de serdest dibin. Ebul Heyca Mih. 987an de Welîyê DWÎNEye.
1. Memlanê l. Ebul Heyca Mihemmed (1000-1025), 2. Wehsûdan l. Memlan (1025-1059), 3. Ehmedîlê l. Îbrahîm l. Wehsûdan (1071-1116) Eva ji alê Batinîyan ve li Beğdayê tê kuştin(?). Memlûkekî wî yê bi navê “Aksungur” heye. Ev derbasî dewsa wî dibe. 1117an de bendeyê Selçuqîyan dibin (Atabegên Meragayê ji vê neslêne).
9- ‘HESENWEYHÎYAN: Dirok: 959-1047: 88 sal... ‘Erdnîgarî: Paytext, Dînewer. Burûcêrd, Exwaz, Sermac, Hemedan, Nîhawend, Şehrîzor, Rojhilata Başûrê Anatolîyayê. Sunnî-Şafi’îne. Xanedan: 1. Ebul Fewarîs ‘Hesnweyh’êl. Hûseynê Berzîkanî (959-980:21). 2. Nûrûd-Dewle Ebû Necm Bedîr (980-1014: 34) hate kuştin. Baweyhîyan, ji Xanedanan 2 birayê ‘Hesenweyh, 6 lawê wî, 2 nevyê wî û gelek ji pêşkêşên wî kuştin. 1047an de bi tenê Kelha Sermacê di destê ‘Hesenweyhîyan de mabû. Ew jî Fermandarên Selçûqîyan Îbrahîm Înal ji destê wan girt.
10- ‘ENNAZÎYAN: Dîrok: 991-1117: 120 sal... ‘Erdnigarî: Navend; ‘Hulvan, Karmîsîn (Kîrmanşah), Daguka, Şehrîzor, Lorîstan, Şazencan, Dînewer, Bacîsra, Samgan, Diz-î Mahkî Rawenda, Şîrvan... ‘Ennazîyan ji ‘Eşîra Sazencanin. Dewsa ‘Hesenweyha girtine. Heta 1043’ya bendeyi Buweyhîyane. Di 1043’an de bendeyi Selçuqîyan dibin. Carna Selçuqîyan re şer dikin. Xanedan: 1. Ebul Feth Mihemmedê l. ‘Ennaz (991-1011: 20 sal). 2. Husamud-Dewle Ebî Şewq Fariz (1011-1046: 35 sal), (Wexta Bedrê lawê Hesenweyh tê kuştin, Ebîşewq Karmîsînê distîne. Dûvra Xanedan dibe 3 perçe. Li ser 3 şağa berdewam dike. (Ebul Macîd Muheyhîl: Mîrê Şehrîzorê). I. Nesla Ebul Macîd muheyhîl / II. Nesla Sur’habê l. Ebul-Feth (Li Bendenîcê Xweseriya xwe îlan dike) / III. Nesla Sa’dî (Ar. Su’da): Rawendayê ji xwe ra navend digre.
- 1102an de, şaxa ji nesla Muheyhîl; Surhabê l. Bedîr, Xanedanê ‘Heft zîganê ye. Lawê wî Ebû Mansûr derbasî dewsa wî dibe.
- Sedsala 12. Da Xanedanê Huzîstanê Şumlê û Mîrê Lorîstanê Surhabê l. ‘Ennaz berdewama ‘Ennazîyan tên qebûlkirin.
11- MERWANÎYAN: Dîrok:991-1085: 94 sal... ‘Erdnîgarî; Amid, ‘Herran, Nisêbîn, Wan, Xelat. Xanedan: I. Ebu ‘Evdillah ‘Huseynê Dostikî. II. Ebu ‘Hesenê lawê Merwan (Di 997an de mir.)
12- MÎREN BATÎXAXÊ: Dîrok: 949-1215: 266 sal... ‘Erdnîgarî; Heremeke Başûrê Iraqê, navbera Firat û Dîclê, zêdetir jî li herdû alê Dîclê dirêj dibe hettanî Bakurê Besrayê... Ji ber zêde hezek (batax) hene, jê re “Bataîx” an jî “Batîxa” hatîye gotin. Zû ji destê ‘Ebbasîyan derketîye û pir dest guherîye. Xanedan: (...) ji piştî 1047an îdarekirina vira ketîye destê Malbatan “Ebul Cebr”. Ebul Cebr ji nesla Sedeqeyê 1. (yekem)ê Sultan Bahaud-Dewle Mansûr e... Bahaud-Dewle Mansûr, Sultanê Mezyedîyanî sêyemîn e (3). Mezyedî Kurd in. Ji Ennazîyan (li jor desbas bûn) hatine. Lawekî Sedeqeyê 1.(Yekem) bi navê Tacul-Milûk Ebî Necm Bedran heye. Di 1108an de hat kuştin.
Eva di çavkanîyên ‘Ereban de bi navê “Fulane b. Muhammedul Muhtas b. Ebî Cebr” cî digre. Ev kesa di navbera 1047-1086’an de 39 sala Milûkatîya Batîxayê dike. Milûkê 15. ê heta 1215an da Mîrên Batîxayê tev ji vê malbatêne. 1215an de Mîr; lawê Ebu Se’îd Mûzaffer Îsma’îl-ul Mustanîe. 1019-1021an de Mîr
ê Batîxayê Ebû Şûca Sedeqe, lawê Farîsê Mexyedî ye. Batîxa 1215an de dîsa bendeyê ‘Ebbasîyan dibe.
Mîrê Batîxayê ne. Berya Malbatan “Ebul Cebr” jî weke Îmranê Şahîn, Ebul Ferec Mihemmedî (928an de tê kuştin), Ebul Heyca Muhemmed II. (1021), Merzûbanê l. Merdan, bi texmîneke mezin Kurdin. Lewra, Alîgirên (terefdar) Eba Mislim Hemedanî (Xurîstanî) li vê heremê zêde bûn.