Piştî hemdê ji bo Xweda û selewatên li ser Resûlê wî û al û es‘habên wî, em dest bi mijara xwe ya derbarê medreseyên Kurdistanê de ya qismê dudan dikin.
Dînê Îslamê bixwe proje û proğramek e. Bêguman ev proğrama ku zanebûn jê re lazim e, me hewceyî medresan dike. Encax kesên di ‘ilmê de gihîştine, dikarin vî kar û barê dînê Xweda bidin ser milê xwe. Û disa encax zana karin di nava xelkê de bi ‘heqqî dînê Xweda tebliğ û te’lîm bikin.
Gelî xwendevanan! Li pratîka vî dînî binêrin, hunê bibînin bê çiqasî zelal e. Û dîsa li paşeroja vî dinî binêrin, hunê bibînin bê çiqasî ronî ye. Gelo ji ber çi ronî ye? Bêgûman bi sebeb ku di serê hemî kirinê wî de ‘ilm heye, ‘alim heye. Mesela; ewê silh bê kirin, ‘alim li pêş e. Ewê ‘herb bê kirin, di serê sefê de ‘alim an jî fetwa ‘alim heye. Ewê bazirganî bê kirin, ji ‘alim tê pirsîn bê gelo bi çi şiklî dan û standin ‘helal e an ‘heram e. ‘Heta danîna navê pitikan (zarokan), pêşî ji Seyda tête pirsîn, hêja nav tête dayîn.
Naxwe dînekî bi vî rengî, ewê çawa bê ‘ilm bidom e? ‘Ilm jî di medresê de tê te’lîmkirin. Encam ev e; dînê Îslamê bi kû de here, ji bo domandina xwe hewceyî medresa ye. Jixwe pêxember (‘e.s) jî wiha kiriye. Hê li Mekkê, DARÛLERKAM kiriye medrese. Ji vê medresê ji ehlê Medînê re, mamosteyê bihûuner, delalê ber dilê dayika xwe Mûs’abê ciwan şîyandibû. Pêxemberê me piştî hicretî Medînê kir, li rexê camîya xwe, bi navê Sûffe medreseyek ava kir. Û roj bi roj telebên medreseya Sûffeyê zêde bûn. Binêrin hê jî em di vê ‘esrê de be‘hsa wan dikin.
Mînakek dî ji dewra pêxember, di warê hewceyîya bi ehlên medresan de: Ka bînin bîra xwe, es‘habê Recî û Bîrî Ma’ûne. Gelo pexember çima ew eshab ji wan kesê kû nû îman anîbûn re şandin welatên xerîb? Bêguman Pêxember (s.‘e.w) ji ehlê medresa xwe mamosteyên Îslamê bi wan kesan re şandin da ku ji ehlê wan welatan re Îslamê te’lîm bikin. Nexasim bûyera dudan yanî Es‘habê Recî’ê, digel ku bi pêxember re ji bûyera Bîrî Maû’ne haydar û xwedî tecrubeyek bûn jî, dîsa mamosteyên dînê Îslamê bi wekîlên qebîleyên Qerenê re hatin şandin. Lewra Îslambûna qebîleyekê, karekî gelekî mezin bû li ba Resûlê Xweda. Ev bûyer bi tenê ji ehemîyeta vî dinê dide te’lîmê re bes e. Xulase dînê Îslamê masîyekî bi cane, medrese jê re av û be‘hr in. Dînê Îslamê bedeneke bi can e, medrese jê re hewa û oksîcen e, an jî rûh e. Ji ber vê yekê her çiqas îro dewleteke Îslamê ku ehemîyetê bide medresan tunebe jî, el‘hemdûlîllah camîa’yên Îslamî ku ehemmîyetê didine medresan, her dem hebûn e û îro jî hene. Nexasim di nava qewmê me de ti demî ne medrese, ne jî camîayên Îslamê neqedîyan e, her çiqas kêm bûbin jî.
Gelî xwendevanan! Îro ehlê kufre ji me bêtir bandora medreseyan û ehlê ‘ilmê ya li ser xelqên misliman dizanin û dîsa di pêşveçûna Îslamê de tesîra medreseyan û ehlê ‘ilmê baş hîn bûne. Ji lew ev sed sal zêdetir e ku êrîşên xwe yên herî bihêz û xerabker, di bêî’tîbarkirina medreseyan û ehlê ‘ilmê de bikar tînin. Bi fîlm, tiyatro, gotinên mîzahî û gelek şiklên dî. Van xebatên xwe bênavber didomînin. Çi dema ku misliman ji van kêmasiyên xwe xafil bûn, ehlê ifsadê hema dest bi xerakirina medreseyan û îmhakirina ehlê ‘ilmê dikin da ku rojek ji rojan misliman şîyar bibin jî, nikaribin ji wan îstîfade bikin. Dîroka vî welatî ya nêz, şahidê van gotinane. Çend medrese û camî bûne tewlên hespan, çend medrese û camî bûne meyxanên serxweş û serkêşan. Ji kesên haydar re heşkereye. Mixabin rewşa hemî dewletên Îslamê bi vî şiklî ye.
FÊDA MEDRESEYAN
Di dema Îslamê ya pêşîn de medrese di bin ‘hîmaya dewletê de bi şiklekî xweser li hemû bajar û bajarokên Îslamê ava bûne. Di wê dema dirêj de temamê medresan li hemî welatên Îslamê xwedî payeke bilind bûne. Lewra medrese di wê demê de kanîya ‘ilûmê dînî û dinyewî tevî bûne. Ji lew tevê dewlet û ‘alim û eşrafan li van medresan fêkîyên ‘heyata xwe, zarokên xwe, perwerde dikirin. Lê bera nekeve xiyala we ku weke îro hew dewlemendan li medreseyan zaroyên xwe didan xwendin. Xelkê tev dikaribû zaroyên xwe yên jîr û zîrek bi sehlî bişandana medreseyan.
‘Heta xwendevan digihan sewîyekê, ên tebî’et leşker, diçûn te’lîmgeha leşkerî. Ên sin‘etkar, diçûn medresên hendese û tebabetê. Ên bixwesta di ‘ilmê de bi pêşve biçûna, li medreseyên ji vî karî re amade tehsila xwe didomandin. Bi vî hawî hemî hewceyîyên xelk û dewletê, bi şiklê herî xweşik bi cî dihat.
Di dema paşîn de li herêma me hê berya jihevketina dewleta ‘Usmanî, medreseyên Kurdistanê û şêxên li ser medreseyan disekinîn, digel bikaranîna ‘hewceyîyên xelkê, îdara herêmê ya sîyasî û leşkerî jî bi ‘heqqî bi qederê îmkanên xwe bi cî anîne. Lewra wê demê dewletê bi tezyîqa xaçperesta mîrên Kurdistanê ji holê rakirine, leğw kirine. Xelk bêîdarevan mabû. Ev kar jî ketibû ser milê ehlê ‘ilmê. (Ev mijar ji mijara me cûdaye, ji ber vê emê bi hevqasî îktîfa bikin) Di vê dema qirîz û bûhranî de şêxên medreseyan, kî di dema xwe de her yek ji wan bi peyvoka îro rektorê zanîngeha xwe bû, ev karê sîyasî û leşkerî xweş bi cî anîne. Lê çi bikim dewr dewra îstîbdadê bûye.
Xulase; medreseyên Kurdistanê him zanîngeh bûne, di wan de perwerdehîya fennî, dînî û exlaqî hatîye hînkirin. Him jî fakulteyên dadgehê bûne, di wan de hakim, dozgêr û parêzerên adil perwerde bûne û bi sed salan ‘edalet belav kirine, hizûr belav kirine. Him fakulteyên karê îdara gelan bûne, ji xelkê xwe re îdarevanên biexlaq û dilşewat gihandine. Him pêşîvanê xelqê xwe bûne, lewra serokatîya xelqê xweyî bêkes kirine. Bi qederê îmkanan ew ji fitneyan parastine, gihandine îro. Bi kurtayî, medrese û ehlên medreseyan, weke dînê Îslama ‘ezîz, hemî hewceyîyên benî adem bi cî anîne. Ne xwendekarê xwe bitenê perwerde kirine û gihandine exlaqê xweşik. Belkî hemî gelê ku di nava wan de, bi nan û ava wan li ser piya mane, tev perwerde kirine û gihandine payeke bilind. Paşeroja Kurdan şahidê van gotinane. Lewra dewleta kemalîst û çêlikên xwe bi hev re ev sed sal e ji bo bêdîn û bêexlaqkirina gelê wê dixebitin, hê jî bi temamî mûwefeq nebûne. Û înşellah nema dibin.
BI KÊMBÛNA MEDRESEYAN ME ÇI WENDA KIR?
Bê guman ev sernivîs pirseke balkêş e. Bi kurtayî bersiva vê pirsê ev e. Me bi kêmbûna medresan, ‘ilm winda kir. Me bi kêmbûna medreseyan, mifteya xweya hemî derîyên xêr û bêran winda kir. Me bi kêmbûna medresan, rêya parastina xwe ya ji hemî nebaşî û xeletan şaş kir. Me ew cewherê xwe yî nûranî winda kir ku ronîkerê rêya jiyana me bû.
Lewra ehlên medresê bi wî ‘ilmê ji kanîya medresê difûre bûbûn xwedî feraset. Amirên me bi wan aliman dişêwirîn û rêya herî rast didît û dimeşand. ‘Ewamên me li wan aliman gûhdarî dikirin, ji nesîhetên wan istîfade dikirin. Çand û kultura xwe li ber ronahîya ‘ilmê wan, movik bi movik dihûnandin. Ji nesla piştî xwe re ‘urf û adetên Îslamî weke mîrasê dihiştin. Çawa ku pêxember ferman kiriye: “Tu bavî, ji ewladê xwe re ji exlaqê xweşik biqîmettir mirasek ne hiştîye.” Resûlê Xweda rast gotîye. XelKê kurdistanê jî ew xweşik şopandine. Elhemdûlîllah.
Binêrin gund û bajarên ku medrese lê hebûne, exlaqê xelkê wan, ‘urf û âdetên wan, heta dan û stendina wan, gelekî nerm û bi wijdanin. Pevçûn û gengeşî li nav wan kêm e. Li nesîhetvana heman gûhdarî dikin û bi ya wan dikin. Ji ber vê exlaqê wan, di nava wan de zêde pirsgirêk çê nabin. Ku çê dibe jî zû tê helkirin. Dîsa herêmên ku medrese lê hene, “heya, fedîkirin, hurmeta mezinan û heskirina biçûkan” gelekî li pêş e. Ji ber vê yekê, te’ma jîyanê li cem wan heye. Rûmeta cîrana li cem wan heye. Tenêbûn û bûhrana kû ji tenêbûnê der tê, li wî welatî tuneye.
Di vê derê de medrese wezîfa psîkologa îcra dike. Paqijî li wê derê heye. Nexweşîyên ku ji qirêjê der tên dûrî wan in. Medrese li wê derê wezîfa tebîban dibîne. Ku yê biqewet zilmê li yê qels bike, qels zane ewê here cem seydayê medresê û mişkila xwe hel bike. Ji xwe kesê biqewet jî li wê heremê zûbizû zilmê li cîranê xwe nake. Lewra di binê edeba medresê de mezin bûye. Ji bona teyîda van gotinan, ezê meseleke kin ji gundekî xwedî medrese bînim ku ev mesele waqi’ bûye. Ne çîroke.
Ez neşaş bim li gundê Zivinga Kerboranê, seydayek ji gund hebûye, xwedî milk bûye. Debara xwe weke gundîya tev bi milkê xwe dikir. Zekata kesî nedigirt. Car car li gund li ser sînor û tiştên dî, gundî bi Seyda re diketin îxtîlafê. Li Seyda neheqî dikirin. Seyda bi wan re minaqeşe nedikir. Diçû medresê û ji feqîyê wê malê re digot “neçe filan malê tayinê negre” Xwedîyê malê dinêrî feqîyê wan nayê tayina xwe nagre, fêm dikir ku Seyda jê ğeyidîye. Heman diçû mizgeftê, xwe davêt ser destê Seyda û ‘uzrê xwe jê dixwest. Xeta xwe rast dikir da ku feqî here tayina xwe bigre. A ha, hurmeteke bi vî rengî ji Seyda û feqîyan re hebû. Bi rastî fêydeyên medreseyan bi çend xêtikan nayên fêmkirin. Encex bi çend cildan bên beyankirin.
Ji vê îzaheta kurt tê fêmkirin ku medrese li cîyekî tinebin an jî kêm bin, ew cî ji hemî fêkîyên medrese û ilmê bêpar e. Yanî exlaqê welatîyên bêmedrese, li ‘eksa yên bimedrese, gelekî hişk e, qabîlîyeta fêrkirina mes’elan, helkirina mişkilan zehmet e. Aramî û hizûr di nava hemwelatîyên wê derê de bêqedr e. Qîmeta ‘ilm û aliman kêm e. Biqewetên wan, zilmê li bêqewetên wan dikin. Li cem wan Durr û Lu’lu’ weke paxir bêqîmet in. Qîmeta herî mezin ku jîyan û îman e, bi çend qurûşên bêqîmet e.
Di hinek kitêban de qiyasa herêmên bimedrese û bêmedrese, bi lêkolînekê hatîye tesbîtkirin. Lêkolîn bi vî hawî ye. Du herêmên ku şertê jîyana wan weke hev e, li yekê medrese heye, li ya din tûneye. Herêma bimedrese xelkê wê, xwedî exlaqê nerm bûne û li hember bela û mûsîbetan Zebûr bûne. Herêma dî ku medrese lê tine bû, xelkê wê heremê, bi ‘eksa herêma dî exlaqhişk û li hember tengasîyan bêsebr û isyankar bûne. A dawîn dereca exlaqnermbûn û hişkbûna wan, bi derenca nêzikbûna bal medresê ve û dûrbûna ji medresê ve paralel e.
Heta nivîseke dî di derheqê dîroka medreseyan de bimînin di hifza Xwedê de.