Bi rastî hûn jî dizanin herba yekemîn di sala 1914’an da destpê kir. Di wê demê da Dewleta ‘Osmanîyan ze’îf ketibû, ji ber vê yekê welatên ejnebîyan jê re digotin ‘Merikê Nexweş’ û ji her derî da êrîşî axa ‘Osmanîyan dikirin.
Dewleta Ûris jî, ji hêla Batûmê ve ketibû nav axa Musulmanan; Qers, Erdexan, Mûş û heta Bîdlîsê hatibûn. Di wê demê da Dewleta ‘Usmanîyan di pênc cepheyan da herb dikir. Cepheya yekemîn Cepheya Qafqas, a duyemîn Cepheya Sûrî, a sêyemîn Cepheya Çeneqqele, a çaremîn Cepha Balqan, a pêncemîn jî Cepheya Iraqê bû. Leşkerê ‘Osmanîyan bûbûn pênc parçe û en kêmtir jî li Cepheya Qafqas û li hember Ûrisan bûn. Ji ber wî qasî li hember Ûrisan ji leşkerê ‘Usmanî bêtir, Musulmanên heremê li hember Ûrisan ceng û cîhad dikirin. Hûn jî dizanin fermandarê quwwetên mîlîs ê Bîdlîsê Ustad Bedîuzzeman bû (rehma Xweda li ser be).
Wexta ku ev herb dest pê dike seferberî îlan dibe û bang li apê bavê mîn jî dikin. Navê wî Sebrî bû û ‘emrê wî jî 24 sal bû. Bi navê Seyran keçeke wî ya 6 salî hebûye. Pîştî ku apê me Sebrî diçe herbê, qederekî şûnda xeber tê dibêjin “dûjmin heta Mûşê ve hat” û kalikê me çawa bi vê xeberê dihesê dibejê “wa ye cennet hatîye Mûşe, êdî ez nikarim li mal rûnim, ezê jî herim herbê û li hember Urûsan cîhadê bikim.” Dapîra me dibêje “Ma tu dîn bûyî, dewletê ba te nekirîye, kurê me yê mezin Sebrî wa çûye, ma ne bes e? Zarokên me yên din hîn piçûk in. Qeyoyê me hîn heşt salî ye, Hemo şeş û Fatma me hîn 4 salî ye. Ezê bi serê xwe çawa bikim û jîyana xwe bidomînim?”
Dapîra me çiqas dibêje jî kalikê me qebûl nake, lewra bîhna Cennetê girtibû, eşqa cîhadê û şehadetê di dilê wî da serî hildabû…
Kalikê me yê Topo radibe kar û barê xwe dike û li dû lawê xwe Sabrî diçe cepheya Qafqas, li hember Ûrisan cîhadê dike û him ew him jî lawê wî yê Sebrî şehîd dibin û digêjin armanca xwe. Xweda şehîdîyan wan qebûl bike û me jî bigîhîne şefa’ata wan. Lewra her şehîdek ji malbata xwe 72 kesan ra bi îzna Allah dikare şefa’at bike.
Îja piştî şehadeta kalikê me ka em vegerin ser gund, dapîra me ya Ezîze (navê wê Azîze ye) ka ew û zaroken xwe çawa kirin, jîyana xwe çawa domandin? Kalê min ê Hecî Qeyo ji bo wî zemanî weha digot:
- Kekê min ê Sebrî û paşê jî bavê min dema çûne herba Ûrisan ez hîn heşt salî bûm. Wê demê axurê me tîjî dewar, kewarê me jî tijî genim bû. Dayika me ya Ezîze bi dizî nanê genim lêdixist û nedihişt em herin dora gund defî hacet bikin. Me di axo de di hundirê ‘elbê da defî hacet dikir û dayika me bişev dixist bin axê. Digo heger gundî û însanê dorê zanibin di mala me da genim heye, ewê êrîşî mala me bikin û bi zorê genimê me bigrin. Wexta arvanê me diqediya me newêrîbû bibin êş, li malê hindik hindik bi destarê desta dihêra. Ji ber ku dewarê me pîr bûn me tengasîya qatix jî nedidît, rûnê me yê nivişkî, penîr û toraqa me pir bû. Bî vî şeklî me jîyana xwe didomand.
Payizê baran barî û telbîs ket, pîştî telbîs ket wexta cotkirinê hat. Dîya me nîvê şevê radibû gayên me êm dikir, şefeqê jî ez radikirim û digot: ‘Zû destnimêja xwe bigre, nimêja xwe bike, emê herin coht.” Min bi lez û bez heta destnimêj digirt û nîmêja xwe dikir, dayika min jî nîv olçek genim (18 kîlo) û xwarina me li kerê dikir, gayên me yên cot ji axur berdida. Erdê me nizikî gund bû, hîn roj hilnehatibû em diçûn ser erdê xwe. Dîya me toxûm bi erdê de direşand, min jî nîr û halet dikir hustîyê ga û ji cotkirinê ra amade dikir. Pîştî dayika min toxûmavêtin diqedand, dihat cem min û destê min dida ser destidûyê, destê xwe yê çepê jî dida ser destê min, bi destê rastê jî dadida misasê û me Bîsmîllah, ya Allah digot û dest bi cotkirinê dikir. Di vê demê de em diketin nav gotinên kalê xwe û me digot “ma tu wê çaxê zarok bûyî, pîra Azîze çima destê te dida ser destidûye?” Kalikê min devam dikir û digot:
- Dayika min a Ezîze tim ji min ra wiha digot: “Karê jinan bê bereket e, kar û kespa mêran bi xêr û bereket e’ ji ber wê destê min dida ser destidûyê û me bihevra cot dikir. Cotê me nivî dibû me bîhn dida gayên xwe û me jî taştîya xwe dixwar. Pîştî taştê me dîsa cotê xwe dewam dikir û heta nîvê rojê me diqedand, paşê em dihatin mala xwe. Min û dayika xwe çend rojan bi vî şeklî cotê xwe berdewam dikir, wexta cotê me qedîya êdî me digo tewekkeltû ‘elallah, me xwe û zevîya xwe spart Xweda.
Pîştî payizê zivistan hat, me li alîyekî pez û dewarê xwe alif dikir, li alîyekê berfa xanîyan pa dikir, lewra berf pir dibarîya, heger me berfa xanîyan pa nekirana, ewê xanî ketibûna. Piştî zivistanê buhara rengîn hat, her der bûn gul û gûlîstan. Ê pêşîyên me ne digotin “Kalo nemre buhar tê, pîrî nemrê pincar tê.” Bi hatina buharê re hemû kes şad û bextewar dibûn. Lewra êdî me, bi pel û pincara çolê jî karîbû jîyana xwe bi domandana.
Îja em vegerin ser Cepheyê Qavkas, li Wanê, li Erzeromê, li Mûşê, li Bedlîsê herbek qirêj berdewam dikir. Li hêlekî leşkerên Ûrisan, li hêla din çeteyên Ermenîyan..! Herb tenê li cepheyê nedihat dayin, êrişî ser sîvîlên masûm jî dikirin, nexasim çeteyen Ermenîyan êrîşî gundê Musulmanan dikirin û li wan deran qetlî’am dikirin. Ji tirsa Ûrisan û çeteyên fila xelkê heremê derketibûn çîyayan, jîyana xwe di şîkeftan da didomandin. Hinek malbat jî koçber bibûn ber bi Dîyarêbekir û Rûhayê ve rewan bibûn û ketibûn rîyan. Ê koçber bibûn ketibûn rîya, hinek ji ber sar û seqemê, hinek bi nexweşîyê, hinek jî rastî eşqîya û mahkûman hatin û bi rêda helak bûn. Ewê xelas bûn û hatin welatê me jî perîşan bûn. Lewra kesekî ew nedihevandin. Kalê min ê H. Qeyo derheqê koçberan da waha digot:
- “Ez rojekî çûm nav genimê xwe, min ji nêz ve li genim mêze kir, min dît dengê girîye dergûşekî tê û paşê disekine, qederekî şûnda dîsa dergûş digrî û cardin dihebê. Ez çûm nizîka wan min dît pîrekek bûkîn dergûşa xwe ya hîn di qûmatkê da ye li ber kevirekî datîne û dihere, çend gavan davê çawa dergûş dîgrî û fîxan dike, kezeba wê dişewite şûnda vedigere û pêçeka (qomatk) dergûşa xwe ji erdê digre û dike hemêza xwe, dergûş êdî dihebê. Ez çûm cem wan û min got “Xûşkê ev çi hal e, hûn ji kû tên û bi kû da diçin?” Ji min ra got:
- “Ez ji rexê Mûşê me, gundê me ji teref dujminan ve hat talankirin, peya û zilamên me tev hatin kuştin. Ew kesê li pîya man jî bi çola ketin, herkes ji xwe ra bi alîyekî de çû. Ev heft roj e ez ketime rê û dirban, loqmeke nan di gewrîya min da neçûye. Di pêsîrên min da peşkek şîr nemaye. Ez dixwazim vî dergûşî li vir bihêlim belkî xwedîxêrek wî bigre û ji kerema xwe re xwedî bike. Lê wexta ku ez jê dûrdikevîm digrî, cîger û kezaba min tehemmul nake ez car din têm cem. A halê me ev e.”
Wîjdana min qebûl nekir ez vê pîrek û zarokê di wî halî da bihêlim û min ew girtin û anîn mal. Min ji dayika xwe re ehwalê wan got. Dîya min qatek cil û bergên temîz ji sindoqê derxist, ava germ jî hazir bû, jê ra got “Tu pir qirêjî bûyî, hela tu here ser û rûyê xwe bişo û van cilên temîz jî li xwe bike, heta tu werî ezê ji te ra parîkek xwarinê hazir bikim.” Ew çawa çû dîya min hinek arvan û hinek pincarên çolê tevlî hevîr kir û ket ber sêlê, jê ra çend nan lêxist. Mêvana me piştî şûştinê hat ber sêlê, dîya min nehişt nanê germ bixwe, nehişt zû bixwe. Jê ra got ‘Heger tu nanê germ û bi acele bixwî, tu dê nexweş bikevî, heta belkî tu bimirî.’ Dîya min çawa xwest, wê jî wer xwarin xwar. Ew pîreka bûkîn sê rojan li mala me bû mîvan û piştî sê rojan dîya min jê ra waha got ‘Keça min ev sê roj e em ji te ra mîhmandarîyê dikin. Îdî mîhvantîya te li ba me qedîya, êdî lazim e tu li çara serê xwe mêze bikî’. Wê jî ji dîya min ra waha got:
- “Yadê ez qûrbana te me, min ji mala xwe neqewirîne, ezê bibim kole û xizimetkarê we. Way Qeyo 9-10 salî ye, bila mahrekî (nîkah) bavê ser min, ezê heta mirine ji we ra xulam û hizimetkarîyê bikim.” Wê pîrekê çi qas rica kir jî, dîya min rîca wê qebûl nekir û ew ji mal şîand. Pîştî du rojan em pîşman bûn, ji bo halê wê em girîyan, ka halê wê çawa bû? Pîrekek bûkîn û dergûşa wê ya qomatkê de çi hate serê wan? Lê îdî poşmanîya me pere nekir, lewra ew ji dest me çû.
Kalê min li berdewam dikir û got:
- Herba Yekemîn a Cîhanê, herbek dûmdirêj bû. Li gundan ji 15 salî mezintir û ji 55 salî piçûktir kes nema tev çûn herbê û pirê wan jî nehatin û şehîd ketin. Li gundan zarok, îxtîyar û jinbîyan pêvetir kes nema, ê ku xebatê bikin, cot bikin û nan bînin malê kes nema, xela û birçîbûnê dest pêkir. Malbatan, heywanên di axoyên xwe da , yek bi yek ser jê dikirin û bi meha tevî zar û zêçên xwe dixwarin. Li her derê mahkûm û eşqîya pir bibûn. Pirê van kesan ji herbê, ji cephê direvîyan û dibûn mahkûm. Ew revokê herbê newêrîbûn biçin mala xwe, lewra dewletê ew ceza dikirin. Tim li çol û çîyayan bûn. Van mahkûman malên xelkê talan dikir, dewarên wan ji axoyan didizîn. Qederekî hatin çîyayê gundê me jî. Me ji tirsa wan newêrîbû dewarên xwe berdin çolê, lewra talan dikirin. Bi şev jî me nobeta dewarên xwe digirt. Şevekî hatin ber axoyê me û xwestin dewarên me bidizin. Axoyê me di bin xanîyên me da bû, me êvarê zûrnelix li derî dixist û em di xerpengi da diçûn mala xwe. Şevekê dîya min ba min kir û got ‘Qeyoyê min zû rabe diz dixwazin deriyê me vekin û dewarên me bibin. Bi lez û bez em rabûn û me çira destan vêxist û me xwe di xirpengira bera axo da ku dît, diz bi birekê zûrnelixa qapî dibirin. Dîya min dada çokî li bireka wan xist û wiha got ‘Ji paş derê me herin ez bimirim jî rizqê yetîmên xwe nadim we.’ Diza çi qas xwastin zurnelixê bibin dîya min ço li biraka wan xist û nehişt derî vekin. Piştî telesîyên wan ket ji paş derê me çûn.
Kalê min ê Hecî Qeyo, Xweda rehma xwe lê bike, di sala 1982yan da wefat kir. Wî tim ev dûa dikir û di got, ‘Ya Rebbî tu me bi nefs û namûsê îmtîhan/terbîye nekî.’ Em jî, ji dûa kalikê xwe ra dibêjin AMÎN…