Mela Mihemmedê Koyê ku di nav gel de wek Melayê Gewre/ Mezin hatiye nasîn; kurê Hacî Mela 'Ebdullayê Celalîzade ye û di sala 1876ê miladî de li bajarê Koyê girêdayî Hewlêrê ji dayik bûye. Ew keseke zana, şa'ir, mufessîr, muslîh, rexnegir, xwudan hizr û rewşenbîrîyeka fireh bû ye. Loma di nav mela û 'alimên Başûr de cihê wî pir giring buye. Ji lew helwest û nêrînên wî ta niha jî tên 'ecibandin û tên şirovekirin. Melayê Gewre ji ber ku rewşa mîllet a serdema Osmaniyan û piştî Osmaniyan dîtiye û bûye şahidê dema ku Îngilîz Başûra Kurdistanê dixe bin destê xwe weke muslîheke civakî xwestiye xelkê hişyar bike. Di heman demê de Melayê Gewre di bin tesîra helbestên Hacî Qadirê Koyî de maye û weke melayeke muslîh di xema dîn û jîyana mîlletê de bûye. Ew ji wezîfa xwe ya warisiya enbîyatiyê hayîdar e û baş zanibûye ku li gor pirsgirêkên serdema nû bersivên nû lazim in. Loma wî cehd kiriye ku bi rexneyên aşîkar û tûj mîllet ji xewa xafiliyê hişyar bike û kesên ku bûne sebebê paşvemayina millet bi millet bide naskirin. Car heye ku nesîhetên wî wek balyoz li serê mirov dikevin û mirov ji xewa xefletê dihejînin da ku mirov hişyar bibe.
Melayê Gewre di serdema Osmanîyan de dibe endamê meşwereta wîlayeta Musil, piştî damezrandina komara 'Iraqê jî dibe endamê encûmena damezrandina welat û weke şexsiyeteke herî navdar hatiye hesbandin. Piştî sala 1928an êdî dest ji karûbarê siyasî ber dide û bi temamî jiyana xwe bo derisdayin û pirtûk nivîsandinê terxan dike. Wî xencî tefsîreke mezin bi zmanê Kurdî bi navê “Tefsîra Kurdî Li Kelama Xudawendî” tefsîreke muxteser jî nivîsîye. Melayê Gewre xeyr ji tefsîra Kurdî gelek berhemên din jî bi zimanê Kurdî û 'Erebî nivîsiye. Ew tenê ne nivîskar bû her wiha bi berdewamî haya wî ji kovar û pirtûkên havçerxê 'alema Îslamî hebûye. Ew di heman demê de xwînereke jêhatî yê berhemên Mihemed 'Ebdûh û Seyyîd Reşîd Riza bû. Ew jî wek wan ji bo hişyarîya 'Alema Îslamê nexasim bo civaka Kurd pirr xebtîye. Ta niha çend têzên master û doktora li ser fîkr û ramana wî hatine nivîsandin.
Mixabin ew 'alimê mezin û ew muslîhê gewre li 12ê Tişrîna Yekem a sala 1943yê miladî le bajaroka Koyê çû ber dilovanîya Xwuda û her li wir hat definkirin.
Melayê Gewre Û Mafê Jinan
Yek ji wan mijarên ku li ba Melayê Gewre pirr giring bû ye, mesela nedana heqê jinan bû ye di nav civaka Kurd de mîna heqê xwendin û mîratê. Ew bi cesareteke mezin ji bo cara yekem di sala 1926an de keça xwe Necîbe li mektebê qeyd dike, eviya ji aliyê xelk û hinek melayan ve bûye cihê rexneyeke mezin. Bi vê helwestê gelek kesan jê re digotin ku “Melayê Gewre bûye Îngilîz.” Lê belê wî paşerojeke baş ji bo keç û jinên Kurd dixwest. Wî weke muslîhek ji xwe re dest pê kiriye û xwestîye ku şerî'etê weke xwe pratîk bike. Di helbestekî da wesfê jinan dike û dibêje:
Billên be qewmî Kurdan, destî min û damênyan
'Eyb e be heqqî Yezdan, jin hênan û tellaq dan
Jin zînetî dunya ye, emanetî Xwuda ye
Hebîbî Mustefaye, qellat[1] in le bo mêr da
Herwiha dewam dike û dibêje:
Jin eger be hurmet bê, bê zîllet û zehmet bê
Be terbîye û rehmet bê, dill guşad û lêw xendan
Kurrî debê weku şêr, aqill û dana û dilêr
Be dil xenî, be çaw têr, serdar û merdî meydan
Rexne Bo Paşmayina Gel
Melayê Gewre derheqê paşvemayina gelê xwe de rexne li xelkê dike û wisa dihesbîne ku mîllet hêj heşyar nebûye. Ji ber hendê her bi bindestî maye. Wek nimûne ew jî wek Xanî û Hacî Qadirê Koyî dibêje:
Êwe ehqerunnas in, îmro le beynî umem
Qismê bendeyî Turk in, hendê xadîmî 'Ecem
Êwe bê qedr û qîmet, bê 'esker û bê 'elem
Bê tac û text û dewllet jêrdestî kullî 'alem
Çunke nanxorî xellkî le ser mulk û mallî xot
Xakit hemû me'den e xot feqîr û rût û qût
Ta key wekû gacutî le bin nîrî zîlletî
Sed heyf û sed mixabin lay xot etoş mîlletî.
Cenabê Melayê Gewre giringî bi hoşmendîya mîllet daye û di hemî gavan de hewl daye ku mîllet hişyar bike. Hewldana wî ya bo hişyarîyê jî tenê di nav çarçova mizgeftê de nebûye belkî li hemû alîyan millet heşyar kirîye. Bi taybet dema leşkerên biyanî axa Kurdan dixin bin destê xwe, êdî ew bo xwe wek wacib dizane ku dengê xwe ji camîyan derxe, ber bi hişyarîya mîlletê ve biçe. Di vî warî de ew wiha dibêje:
Em xak e daykî to ye, kewte destî ecnebî
Ey Kurdî sahêbxîret! To çilon razî debî[2]
Bo xwo ti ewa debînî dujmin erzit dekêllî
Paşî çend sallêkî dê hîçit be dest nahêllî[3]
Le ser em kurrey erzî êwe erzelun-nas in
Emeş gelê xerîb e, êstaş xotan nanasin[4]
Be quwey zorî bazû, Riza Xanî Pehlewî
Danîşt be 'îzzet û cah, le ser textî Xusrewî[5]
Mistefa Kemal paşaş, alî Osmanî têk da
Seyid Feyselê Mekkî buwe melîk le Bexda[6]
Beçeqaw çaw pê kewit, çon buwe mîrî Efxan
Le tirsî way herray kird Melîk Emanullah Xan
Nadir Xanî generall Beçeseqay esîr kird
Tac û textî Efxanî çilon bo xwoy tesxîr kird
Êweş eger piyawban çiştê ku le dest dehat
Kesê xîret binwênê Xwuda tofîqî dedat
Êwen bê qedr û qîmet bê 'esker û bê 'elem
Bê tac û text û dewlet jêrdestî kullî 'alem
Bêhêvîbûn Ji Îngilîzan
Xelk di hengama dagirkeriya Îngilîzan de xoşbînin û wisa fêm dikin ku êdî gelê Kurd digehîje mafê xwe. Lê Melayê Gewre di vî warî de bêhêvî ye û di helbestekî de amaje bi wê çendê dide ku eger mîllet bi xwe nexebite û hewl nede; îngilîz û welatên mezinê dagirker nikarin tiştekî bo Kurda bikin. Li gorî Melayê Gewre mirov ewil bi quweta xwe pişt re bi arîkarîya Xwudê bixebite mirov dikare di cîhanê de ‘ezîz û serbest û serdest bibe. Bi vê sedemê Melayê Gewre daxwaz ji mîlletê dike ku destê xwe ji halê derwêşiyê daweşînin, bibin muhafiz û parêzvanê millet û welatê xwe. Çunkî xebat û xîret ji bo millet û welat weke rûh e ji bo bedenê li nêk Melayê Gewre. Lewma ew di vî warî de dibêje:
Sûrî mû zerdî çawşîn nekey be umêdî bî
Ewwel be quwetî xwot duwem be 'ewnî Rebbî
'Ilm û 'emel xwoyetî cehl û tembelî merg e
Post û zergan firrê den we'dey top û tifeng e
Bibne polîs û 'esker bo xizmetî meftenî
Se'yî û xîret bo weten wek rûhe bo bedenî
Dijberîya Têkelkirina Xurafe Û Dîn
Melayê Gewre gelek li pêy wê bûye ku mirov bi îxlas û pakî dînê Îslamê bişopîne. Ew gelek rexneyan li wan kesan dike ku dixwazin teswîra dînî bi efsane û xurafeya bikin. Bi taybet di mesela 'eqîdê de, mijûlkirina millet bi hatina mehdî û deccal xemeke mezin e bo Melayê Gewre. Wî wisa fêm kirîye ku ev mesele tenê ji bo mijûlkirna mîllet e, 'alema Îslamê bi wan hizr û ramanan sekinîye û nikare bi pêş ve biçe. Îcar Melayê Gewre rexne li wan derwêşan digre ku li gund û bajaran digerin û daxwaza arîkaryê dikin. Ew wan kesan dişubhîne bi decalan û wisa dinêre ku ew derwêş li ser dînê Xwudê bi naheqî dixwin û bi şekla rûyê pan û porrê dirêj wêneyeke nexweşik a dînê îslamê nîşanî gel didin. Li gorî Melayê Gewre millet ne ber zanîna xwe belkî ji ber cehaletê li pêy şopa wan diçe:
'Îsa le asîman, mehdî le naw bîr
Îşman şiloq e, yaran çi tedbîr
Ne ew dête xwar, ne em dête der
Decalîş zor in giştî siwar ker[7]
Le dê û le şar serbest egerrên
Be nawî dînî baş delewerrên
Rîş pan û dirêj mil qewî û şan kom
Dûr bin le dînî wek “haye” û “nahom”
Dûyan dekewin pîrêjin û mindall[8]
Be xar sema be cezbe û be hall
Pîrêjine konî qunqalib betal[9]
Dûy decal deçê wek mayinî be fall
Dilsozî Û Xemxorî Ji Bo Mîllet:
Melayê Gewre wek 'alimekî dilsoz di hemî wextan de xem li mîllet xwariye û hewl daye ku ewê bi helbest bînite ziman. Ew wan melayan rexne dike ku pesnê şêxan didin û wisa ji bo xelkî îzah dikin ku roja qiyametê şêx ji bo wan dibe arîkar. Melayê Gewre di wê baweriyê de ye ku ev bawerîya şaş bûye sebeb ku gelê Kurd feqîr, cahil û nexwenda maye û ji ber hindê jî li ba mîlletan Kurd bêqedr û hurmet in. Dîsa Melayê Gewre wê rexneyê jî dike ku Kurd bi hev ra nebaş in û digel hev li hev nakin. Herwiha ew ji aliyê pisîkolojîyê ve jî rexnê Kurdan dike ku Kurd her gav wisa his dike ku lazim e ew jar, gavan, şivan, hemal, sepan, xizmetkar û rihdirêj be. Ew van îhsasan jî wek sebebê paşmayina Kurdan dizane. Li gorî Melayê Gewre derûnê hinek melayan ne paqij e loma ew li gel xiyanet dikin. Lewra heqîqetê beyan nakin û dixwazin tenê pesnê şêxan bidin. Her wekî ku tê zanîn wê çaxê şêx di rola mîr û axayan de bûn. Ji ber ku hinek şêxan li gorî menfî‘eta xwe hereket dikirin û bi navê şêxîtiyê nedihiştin gel hişyar bibe. Ev jî dibû sebeb ku dîn bi awayeke neyînî dihate nîşandan:
Heta demrim le bo Kurdan denallim
'Îlacyan çon bikem hawar be mallim
Feqîr û cahil û nexwêndewar in
Lelay new'î beşer bê qedr û xwar in
Kesê qedrî lelay xizman nemênê
Lelay bêgane qedrî çî demênê
Le gel yek bedrewşit û bed nîhad in
Le boye wa kesad û bêmirad in
Le 'îlm û me'rîfet dûr in be kullî
Xeyalî xawe layan fikrî mîllî
Hesud in boye bazaryan kesad e
Nezan in boye ta'etyan fesad e
Leser 'erdî ewî Kurdî zuban bê
Lelay waye debê suk û nezan bê
Debê hemall û gawan û şiwan bê
Debê zebal û kennas û sepan bê
Debê her rîş dirêj û pan û lûl bê
Debê her 'aciz û girij û melûl bê
Mela kanîş le heqiyan zor xeyan in
Ewanîş her dellêy gewc û nezan in
Le batî basî dîn û ruknî îman
Mela boyan dexwênî methî şêxan[10]
Ellê: şêxê heye sahêb keramet
Tikatan bo deka rojî qiyamet
Gelê caran deçête fewqî 'erşê
Eger hez ka lelay xwa dadenîşê
Xullase çend xurrafatêkî dîke
Mela neqllî deka bew fak û fîke
'Ewamî qurr be ser wek wa dezan in
Cenabî şêx be xizmî xwa dezan in
(Mela) to basî xwayan bo bifermû
Weha çake le bo wan û le bo t
[1] Qelat: Li vir bi mana kelh û burcê ye.
[2] Wate: Ev axa ku dayika te ye niha ketiye destê biyanîyan. Ey Kurdê xudanxîret û cesaret tu çima bi vî halî razî dibî û qebûl dikî?
[3] Wate: Tu niha dibînî ku dujmin axa te dikêle, piştî çend salên dî tiştekî di destê te nahêlê!
[4] Wate: Li ser vê kurreya erdê yanî li rûkê dinyayê niha hûn rezîltirîn mîllet in. Eve jî tiştek gelek xerîb e ku ta niha hûn xwenenas in.
[5] Wate: Bi hêz û quweteke zêde hûn dibînin ku Riza Xanê Pehlewî padişahê Îranê ji ser Textê Xusrewî anî xwarê û bi 'îzzet li dewsê rûnîşt.
[6] Mistefa Kemal Paşa jî alî Osmanî xera kir. Her wiha Seyîd Feyselê Mekkeyê jî bûye Qiral li Bexdayê. Li vir mebesta Melayê Gewre ne pesnê Mistefa Kemal û Feysel e. Ew van kesan wek derbû mesel nîşanî gel dide û dibêje ku; yekî bo menfî‘eta xwe împeretorek têk da û li dewsa padîşahan rûnişt, ê dî jî cehd kir û bû Melîkê Bexdayê. Vêca ey gelê Kurd! Ka we bo menfî‘eta xwe û milletê xwe çi kir an hun dê çi bikin.
[7] Wate: Deccal pirr zêde ne, gişt siwar in li kere.
[8] Wate: Li dû wan dimeşin pîrejin û zarok
[9] Wate: Pîrejinên ku karek ji wan nayê betal û her tirral in
[10] Wate: Mela bo wan methê şêxan dibêjin û her dibêjin.