Çand û coğrafya; her wekî li ser jiyanê bandor dikin, li ser zimên jî tesîreke mezin dikin, di peyv û bingeha zimên de, di deng û bilêvkirina herf û hece û cumleyan de roleke mezin hildigrin. Ji lew di navbeyna peyv û gotin û axaftina kesên çîyayî û deştî, yên bajarî û gundî, yên li deverê sar û germ de gelek cûdayî henin. Mesela; cumleyên ehlê çîyayê kurt in, peyvên wan sade ne, ne hewceyê ravekirinê ne, dengan dirêj nakin. Tewandinê zêde bikar tînin. Nimûne: Rahişt dên û çû l-ser xênî raxist. Dên, danoyê kelandî ye; xên jî xanî ye. Bira zikê têr be, bira j-çilê dêr be. Bira, bera yanî bila ye. Çilê dêr, çiloyê darê ye.
Çandinî, xwendin, çîya, dar û ber, asîman û stêrk, heywandarî û baxçevanî, dem û demsal, avahî û şaristanî, bîr û bawerî, kevneşopî, danûstendin, bazirganî, ger û rêwîtî hwd zimên dewlemend dikin. Çawa li nav Ereban navên deveyê gelek in, li nav Kurdan jî navên tirî pir in. Mesela; mezrone weya marzone, hesenîk, havînîk, reşik, sorik, pelhûrik, nuqilqijak, tayîfîk, helesorik, qurfok, helebî, kerkûş, heftberî, zeytî ji wan navana hinek in.
Rewş û tevgera dinyayê, erd û asîman, dem û danan (yanî hinek wextên diyarkirî), bi kurtahî hawêrdor jî li ser jiyan û lîsanê tesîr dikin. Nexasim astronomî û ‘ilm û zanîna astronomiyê di her dewrê de ji bo însanan balkêş bûye. Ger û çerxa stêrk û gerstêrkan, wek îlmekê bala însanan kişandiye. Li gorî rewş û lebatên wan, însanan rê û demên xwe tayîn kirine. Weka her qewmî, Kurdan jî nav li stêrkan û ger û çerxa wan kirine. Mesela; mezin dibêjin ku di dawîya meha ewil a havînê de Komika Stêrkan der tê. Ev taximeke stêrka ye. Di dawiya meha dudan a havînê yanî di dawiya Temûzê de, îjar Pêr û Mêzîn der tê. Ev jî taximeke din a stêrka ye. Ji ber ku şiklê wê weka terazîyê ye, ev nav lê kirine. Di dawiya meha dawîn a havînê de, yanî di rojên paşiyê yên Tebaxê de jî Qurix der tê. Ev jî Stêrka Qutbê ye. Bi derketina wê, germa havînê dişkê, ba zêde dibe, hêdî hêdî payîz xuya dibe. Dîsa mezin dibêjin ku dema payîz diqete, Qurix jî wenda dibe. Dema Qurix diçe, êdî nêrîyên pezkoviyan, xwe bera nav pezkoviyan didin. Cotik/Cotikê jî komeke din a stêrka ye. Ji hêla rojhilat ve der tê. Termikê Arê, li hinek deveran jê re Termê Adem / Termê Merxê / Dobê Ekber jî tê gotin (bi Tirkî Büyük Ayı), grûbeke din e. Li bakûrê nîvkada dinyayê salewext tê dîtin. Ji ya biçûk re jî Termê Nehê tê gotin. Qurix û Cotik di vê taximê de ne.
Her weha çand û kultur û adet jî zimên candar dikin. Belkî bingeha zimên, sê çaryekê peyvên zimên ji çand û kevneşopiyan tên. Kultur û kevneşopiyan, ne tenê zimên dewlemend kiriye, belkî huner, şêwaz û mecaz û biwêj û aheng jî dane zimên. Bi peyvekê, bi gotinekê, yan jî bi çend peyv û gotinan, gelek tişt îfade kirine, gotinên pêşiyan, devokên zimanan derketine holê. Helbest û huner, hatine hûnandin.
Li jêr ji çand û adetên me çêkirina dan û şihîreyan hatine behskirin. Herdû jî ji kar û hazirîyên payîzêne. Niha belkî hema hema nema bin, lê heta dereng jî hebûn. Îro hazir tên kirîn. Lê ne te’ma berê didin, ne jî wê têkilî û hevkariya berê bi xwe re tînin. Adet û kevneşopiyên berê, weka mekteb û edebekê dostanî û alîkarî xurt dikir, nifş û neslê nû jî digihand. Vêga ew îmkan û atmosfera hînkirin û hînbûna wê kulturê, pir qels û kêm bûye. Ji lew divê tenê bi meraqa çawaniyê li çêkirina herduyan neyê nêrîn, belkî rewş û atmosfera wê demê jî bê dîtin. Gotin û îfade ji devê diya min û ji amojna min in. Hinek tişt li peyvên wan hatine zêdekirin. Jibona mesele û rewş û atmosfera wê demê bêtir bê fêmkirin, zelaltir bê dîtin, li hinek ciyan hinek gotin û ravekirin hatine biservekirin.
Dema serê payîzê, malekê yan jî çend malan bi hev re li kuçeyê, li devereke fireh çend sîtilên mezin li tenişta hev didan ser êgir. Av dikelandin û dûre genim diavêtin nav wê avê. Biçûk mezin tev li wir peyedar dibûn. Helbet her yek bi karekî re wezîfedar bû. Heta av bikeliya û genim bera nav dana, pev re taştê dixwarin. Piştî hilanîna taştê seferberî dest pê dikir.
“Me genim dikeland di sîtilan de, me d-keland heta ku diherijî, êdî ewa diqelişî. Qasî nîv saetê dikeliya. Gava diperçivî, me dixist satilan, me dixist zembîlan, me dixist wek ê binê suzgêcan jibo ku av tê de nemîne. Danê serî me dixist satilan me radixist, ê binî me dixist zembîlan, yan jî dixist naylonên qulik qulikî, didawerivî û me li ser betonê radixist.
Dano bi vî awayî hazir dibû. Zarokan dihat ji xwe re dixistin tasikan, hinek rûn û xwê pêwer dikirin û dixwarin. Wer xweş dibû! Zarokan jî mezinan jî tev dixwarin.
Ew danê ku me li ser xênî radixist, carna heta du rojan dima li ber tavê. Me rojê du caran li hev dixist daku wek hev ziwa biba. Gava hişk dibû, me dida hev, dianî. Meyê têxista teştê, hinek av pêwer bikira û ava wê birjanda. Yanî şil dibû. Dûre meyê hinek têxista curm. Bi du mîrkutan ba, bi çar mîrkutan ba, me yê pev re baş bikuta. Heta di nav kapekê de wenda dibû. Diqeşirî û kapek jê derdiket. Di kutanê de du kes li vî alîyê curm li wî aliyê curm rûdiniştin û her cara ku ew dan yan jî tevî kapek ji ber kutanê bi rexê curm diket, wan herdu kesan bi destan ew dan dixistin kortala curmê. Heta ku kutana wî hemî danî diqediya, li ser curm dixebitîn. Di ber kutanê de ên zanibana, stran digotin.”
Curm weya li hinek deveran curn, parçeyek gome bû. Kevirê yek perçe, zêde saxlem bû. Ji serî de hundirê wê qewartibûn bi dest û amûran weka nava wê bi kortal be. Li nav mehelê, li meydan û ciyekî fireh bi awayê meriv karibe bi rihetî û piranî li wir bixebite datanîn. Danê kê heba, diçû li wir di curm de dikuta. Wexta kutanê, bi piranî ber danê êvarê dest pê dikir, heta nîvê şevê dewam dikir. Carna danê sibehê jî dikutan. Yanî di germê de nediçûn ser curm. Li rast û çepê curm, du kevir hebûn, du kes li ser wan rûdiniştin, danê ji ber kutanê bi ser qeraxê curm diket, bi destan dîsa bi hijdîn dixistin kortala curm. Li rast û çepê her du kesan jî li du aliyê curm yan du kes yan jî çar kes hebûn. Radihiştin mîrkutan, geh yê vî alî geh yê wî alî bi dorê mîrkutên xwe bilind dikirin û li kortala curm datanîn da ku danê di curm de heta ku kapek jê here, dikutan. Pir hindik yek caran mîrkutên vî alî û wî alî li hev diketin. Lê ji ber ku elimandî bûn, pir baldar bûn, tu seqetî nediqewimî. Yên danê rexê didan nav kortalê jî, baldar bûn. Heger ku hinekî dereng bimana, mîrkut li destê wan diket. Lê tu seqetî û qezayê meztir nediqewimîn. Yên dan didan ber devê mîrkutan, bi piranî pîrek bûn. Yên dikutan jî kesên ku karibana bikutana bûn. Pîrekan jî ciwanan jî dikutan. Lê her tişt di bin kontrola mezin û zanayan de bû. Ji mezinan kesê mesele û peyva wî heba, dipeyivî, metelok digot, ken û kêfa dankutêrê din dianîn. Yên zanibana jî bi kutana dêr re, manî digotin. Mesela “Hêw hê! Dan kutayê! Danê kê ye? Danê mala mîr e! …”
“Paşê me yê danê kutayî bibira li ser banîyê xênî, dîsa li ser merşikekê li ba xista û raxista. Gava hişk dibû, me dianî me dineqand. Dema makîna hêrandinê dihat, me ew dan dihêra. Berî makîneyê, me bi destaran dihêra. Gava makîne derketin, hinekî bû rihetî. Di hêrandinê de jî elek hebûn, çar pênc heb. Mesela bêjinga bulxur, bêjinga xişanê hebûn. Bulxur diçû binî, xişan bi ser diket. Hinek ji bo hûr û rêviyan çê dibûn. Hinek me dixist nav xwarinên goşt û hestiyan. Dema ya xişanê diqediya. Îja me radihişt bêjinga bulxurê. Bi vê bêjingê bulxur li ser dima, ên din diçû binî. Dûre bêjinga sindikê dianîn. Bi vê bêjingê jî sindika belluhiyê li ser dima. Me ew jî vediqetand.
Ya binî jî me moxila xwe ya arvanê dianî, me li moxilê dixist. Sindika kutilka li ser dima, arvanê wê diçû binî, me sindika kutilka ayrî vala dikir. Wî arvanê binî jî me baş dişuşt, kapek jê derdiket. Me pîvazên xwe hûr dikirin, me hinekî diqelandin, me li nav dixist, me hinekî arvan jî dixistê, me wêya wek nanê pîvazî li tenûrê dixist.”
Şihîre
“Ewilî me hevîrê wî bi qasî lîtirekê dixist teştê. Lîtireke ku here makîneyê, heft heşt kîlo. Me destek xwê dixistê, ava wê jî dixistê, ne ava kelandî kelandî, bi qasî destê meriv jê neşewitiya bû. Me yê baş li hev xista yanî qûwetlî bistra. Heta hevdû baş digirt. Me yê rûnê xwe bianiya. Wê çaxê rûnê Vîta hebû. Me yê rûn bida ber û meyê bibira li ser xanî têxista pûtê makîneyê. Makîne yekî ji jor da bi hesinê wê badida jibona bieciqe, bi vî awayê hevîr diesirand. Yekî li jêr perwana wê lê dixist ji bona şihîre hevdû negrin. Yekî jî her carê ji binê pûtê makîneyê gurzek yanî destek şihîre jê dikir û li ser merşê radixist.”
Makîna şihîreya bi qasî bejna însanekî bilind bû. Bi qasî heft heşt kîlo hevîr têkevê, kûpekî wê hebû. Binê kûpê qulik qulikî bû. Devikê kûpê digirtin û ji jor de hesinek dixistin qulpa di nava devikê wê û badidan. Ji jor de devik diesirî, ji jêr ve jî di qulikên kûpê re, hevîr derdiket û berjêr ve bi şihîreyî dirêêj dibûn. Çar lingên makîneyê hebûn. Li rexeke wê, perwanek pê ve monte kiribûn. Yekî wê perwaneyê badida, nedihişt şihîre bi hev bizeliqiyan. Yekî li jor hevîr di’esirand. Yekî jî gurzên şihîreyan jê dikir û li ser merşê radixist. Li her herêmê şihîrevan dihatin naskirin. Şihîrê kê hebana, gazî wan dikir û bi heqê xwe şihîreyên xwe çê dikirin.
“Dema şihîre hinekî firîk bûbana, me merşên xwe dianîn, me tev bera ser merşekê didan, jibona cî çê bibe. Berê kuflet pir bûn, çar pênc malan bi hev re şihîre çê dikir, her yekê sê çar lître hevîr dikir. Zarok pir bûn. Biba sibeh, em diçûn me soba şihîra dianî, meyê şihîrê xwe bi qasî çend kîloyan têxistayê. Me kefçîyek du kefçî rûn jî dixist nav wan. Meyê devkê sobê bigirta û dora wê hevîr bikira jibona şihîre di ber re derneketana. Ew sobe li ser êgir me bi destan digerand digerand, bi wî awayî şihîrê di sobeyê de dihatin qemirandin. Meyê pozkê kêrê her carê li cîkî hevir xista. Hevîr radibû, hinek şihîre diketin xwarê, me yê fêm bikra bê ka hatine ser çêbûna xwe ya na. Divê şihîrên gewr tê da nemabana, dema sor bûn jî lazim bû reş nebûna, di heqê xwe da bana, yan na te’b û ked bela sebeb diçû. Te teqilek du teqil zêde bidanayê, wê bibuhurîya. Gerek tu baş lê qatemba.
Îja me wê şihîra xwe û wê bulxurê xwe li nav hev dixist, me ewêya bulxur dihiltanî. Me sindika xwe ya ji bo bellûhiyê, qisirê ayrî dihiltanî. Me ê kutilka jî dihiltanî. Me dan jî dihêra. Me hinekî dikuta. Me radixist. Me dihêra. Me ew jî dixist nav yapraxa, nav pelan. Me dikir hêrayî. Hinek sindik bi binî diket. Ew jî dibû sê çar çeşîdan. Ê binê dan, me li nav nîskan dixist. Ê ji wê ya hûrtir jî me li nav sindikê kutilkê bulxur dixist. Me dikir kutilik, hûpik. Arvanê dên jî me li ser mahserê dikir kulorîkê dimsê. Hişk nedibûn, nerm bûn weka tatlîyê kulorê niha bûn.”
Ev her du karên payîzê, weka du termên ansîklopedîk bên vekolîn, ewê ferhengokeke mezin derkeve holê. Digel peyv û navên kar û tevgerên wê, têkilî û kultura di wan de, hînbûn û hînkirina bi wan re dewlemendiyeke mezin dide zimên.