Dema me Navê Enstîyuya Selaheddînê Eyyûbî bihîst em gelek dilxweş bûn, bi me re hêviyên gelek mezin çêbûn. Enstîtuya Selaheddîn kengî hat damezrandin? Ji bo damezirandinê we çi xebat hat kirin? We xebatek çawa kir?
Ez ji bo daxwaz û temennîyên we yên baş teşekkur dikim. Her çi qas salek derbas bûbe jî navê Selahedîn hê jî hêvî û kelecanekê tesîs dike.
Ewwelîyata çêbûna fikra sazkirina enstîtuyê di me de heye. Dema ku me li ser Quds û Mescîda Eqsa'yê xebat dikir me dît ku rejîma îşxalê ya sîyonîst li ser Selaheddîn û serdema wî lêkolîneke kûr dike. Bi dehan pisporên sazîyên ramanî yên wek dîroknas, civaknas, pisporê ewlehîya leşkerî, îstixbaratvan û hin pisporên ji qadên cuda pêk dihatin li ser vê qadê hûr bûbûn. Armanc û stratejîyên sîyonîstan di vê derê de ev bû ku; aqûbeta Xaçperestan neyê serê wan, famkirina stratejîya Selaheddîn, nederketina Selaheddînên nû û dema ku derkevin jî tedbir û girtina pêşîya wan.
Xaçperestan di 2 sedsalan de 9 caran seferên mezin li ser erdnîgariya Îslamê kirin. Di encamên van seferan de Qudsê îşxal kirin. Qiraliyeta Qudsê, Kontnişîna Antakya, Riha û Trablûsê avakirin. Ummet; di rewşeke belavbûyî û perçebûyî de bû. Li şûna ku bibin yek û li dijî Xaçperestan şer bikin, hemû hêza xwe li ser hev xerc dikin û di wê hingameyê de Selaheddîn derdikeve, Ummetê tîne cem hev û Qudsê ji îşxalê xilas dike… Li paş Xaçperestan yên ku bi qasî 200 salî li erdnîgarîya Îslamê wek îşxalker man û xwedîyê 4 dewletên xweser bûn tu tiştek nema. Ev serpêhatîyeke girîng e.
Sîyonîs jî ji ber tirsa ku aqûbeta Xaçperestan neyê serê wan, dixwazin ku li gorî xwe vê serpêhatîyê fêm bikin û nekevin wê xetayê, dixebitin.
Me di vê lêkolînê de dît ku di 'alema Îslamê de sazîyeke lêkolînê ku qada wê tenê li ser Selaheddîn û serdema wî be tune ye.
Di encama şêwra me ya bi birayên xwe yên li hundir û derveyî Tirkîyeyê de, serpêhatîya Selahaddîn Eyyûbî ya rizgarkirina Mescida Eqsayê û Qudsê yek ji wan xalên girîng ên veguherînê ye ku divê were nirxandin û sûd jê bê wergirtin. Me biryar da ku ji bo ku em jê sûd werbigirin, pêwîst e enstîtûyeke wiha were avakirin.
Bi fermî me di 02/11/2021'an de serîlêdana xwe kir û ji wê rojê vir ve em xebatên xwe didomînin.
Hedef û meqsedên Enstîyuya Selaheddînê Eyyûbî çi ne?
Me di rêziknameya xwe de armanc û mebestên xwe diyar kiriye. Ez bi kurtayî bêjim.
- Lêkolînan li ser berhemên hunerî û zanistî ku derbarê Mescîda Eqsa, Quds û Selaheddînê Eyyûbî hatiye nivîsîn bike, vekolîn û dahûran bi kirina vekolîn û analîzan têxin bin xizmeta arşîv û mirovan.
- Ji bo pirtûkxaneyeke ji berhemên zanistî û hunerî û her wiha ji eşyayên xwedî qîmeta dîrokî yên ku li ser Selaheddîn Eyyûbî, Mescîda Eqsa û Qudsê hatine nivîsandin bên çêkirin, bi sazî û sazûmanîyên fermî û taybet ên li welat û derveyî welat re têkilî deynin û nusxeyên ji berhemên nîşankirî bistînin pirtûkxaneya komeleyê û ji bo sûd wergirtinê pêşkêş bikin.
- Ji bo agahdarkirina raya giştî û bîrdarkirina geşedanên Qudsê û erdên Filistînê yên îşxalkiri daxuyanî bidin û raporan amade bikin û biweşînin.
- Di qada neteweyî û navneteweyî de, damezrandin û rêvebirina navendên lêkolînê yên li ser geşedanên li ser Quds û Mescida Eqsayê ku xebatên li gorî armancê dikin.
- Ji bo gihîştina armanca xwe, hevkariya bi saziyên fermî û taybet ên li welat û derveyî welat re bê kirin û lidarxistina semîner, kurs, konferans, pêşbirk û civînan.
- Weşandina encamên lêkolîn, vekolîn û her cure xebatan bi Tirkî û bi zimanên cuda, pirtûk, kovar û hwd. çapkirina kovar û kovarên ne-periyodîk, wergerandin û weşandina berhemên berê yên çapkirî…
3- Selaheddînê Eyyûbî ji ber ku Kurd bû we ev enstîtu damezirand yan ji ber ku Qudus fetih kiribû yan ji ber dewletek avakiribû?
Em Misilmanin û giştik Misilmanan weke birayên xwe dibînin. Li cem me kesayetek; qîmet û rûmeta xwe bi nijada xwe, erdnîgarîya xwe, rengê xwe û zimanê xwe nastîne. Eger ku Misilmanekî baş be û ji bo doza Îslamê xebitî be qîmet û rûmeta wî çêdibe. Eger serdestîyek hebe ew jî tene di ' Teqwa' yê de ye. Dema ku em vêya dibêjin teqez em nijad û zimanê mirovan înkar nakin.
Hezkirina me ya Hz. Ebûbekir û Hz. Omer ne bi Erebbûyîna wan e, ji ber xizmeta wan a ku ji bona Îslamê hatiye kirin e.
Hezkirina me û sazkirina enstîtuyek li ser navê Selaheddîn ne Kurdbûna wî, tenê ji bo xizmetên wî yên ji bo Quds û Misilamanan re kirîyê ye. Eger Kurdan jî li ser rêça wî herin û xwedî li doza Qudsê derkevin helbet wê qîmet û rûmetê qezenç bikin.
Xebat û çalakiyên Enstîyuya Selaheddînê Eyyûbî çi ne?
Aniha di 4 zimanan de –Tirkî, Kurdî, Erebî, Îngîlîzî– hesabên me yên medyaya civakî hene. Rojane û çalak in. Malpera enstîtuya me heye. Di vir de em nivîs û lêkolînên akademisyen û pisporên ilmî ku li ser Quds û Eqsayê ne diweşînin. Her wiha wergerên me yên pirtûkan jî hene. Em vana jî hêdî hêdî wergerî Tirkî dikin û ji bo sûdwergirtinê pêşkêş dikin. Ev berhem; "En-Nevâdirü’s-sulṭâniyye ve’l-meḥâsinü’l-Yûsufiyye" ye ku berhema, "Ebü’l-Mehâsim (Ebü’l-İzz) Bahâüddîn Yûsuf b. Râfi‘ b. Temîm el-Mevsılî el-Halebî" ye ku navê wî bêhtir weke Îbnî Şeddad tê zanîn û berhema "El-fethü'l kussî fi'l-fethü'l Kudsî" ku ew ji aidî "İmâdüddîn el-Kâtib el-İsfahânî" ye.
Di dem û cihên cuda de gotûbêj û sempozyûmên Navneteweyî yê enstîtuya me çêbûn. Me kesayetên ku di doza Quds û Eqsayê de tên naskirin û di vî warî de pisporên bangî van sempozyûman kirin. Me her sal di dîroka 2'ê Cotmeha ku salvegera rizgarîya Qudsê ya ji îşxala Xaçperestan de sempozyûman pêk tînin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdoxan jî ji van sempozyûmên ewil re peyamek şand. Serokên Giştî yên HUDA PARê, Partîya Pêşerojê, Partîya Saadetê jî beşdarî bûn. Xalid Meş'alê Serokê Hamasê jî di sala 2021'an de ji ser Zoomê beşdarî Sempozyûmê bû.
Ders û semîneran hûn didin gelo? Yan hûnê kengî dest pê bikin?
A niha planeke me ya zêde û domdar ji bo semîneran tune ye. Lê belê di demên diyar de semînerên me dê çêbibin. Lê Xwedê bê herê û ger hawirdor û şert û merc çêbibin em ê wana bi rêkûpêk çêbikin.
Di xebatên xwe de hûn ji çi û ji kê îstîfade dikin? Wek mesela siyasetmedar, rewşenbîr, lêkolînerên nav Tirkiyê û dervayê Tirkiyê, ji ‘alema Îslamê, ‘alema Ewrûpî felan?
Em ji her beş û erdnîgarî yê ji hemû kesayetên ku di vî warî de pispor in, çi zana, lêkolîner, akademîsyen û kesên çalak bin, sûdê werdigirin û emê di sûdwergirtinê de dewam bikin.
Em dixwazin bi hemû kesayetên ên li welêt û derveyî welêt re ku bi vê mijarê ve elaqedar in têkiliyê deynin û em di wê baweriyê de ne ku di vî warî de em gelekî bi ser ketine.
Di destên we de berhem çi hene? We arşîv temamkiriye yan na? Arşîveke bi çi rengî heye?
Di gihaştina agahîyê de cihê arşîv û pirtukxaneyan pir girîng e û em girîngîyê didin vê mijarê. Helbet ev xebateke dûv dirêj û domdar e. Bi taybetî em ji bo dewlemendkirina arşîvên xwe yên di dijîtalê de pir dixebitin. Ne tenê bi zimanê Tirkî, Erebî, Îngîlîzî, Fransî hetta Îbranî… Divê ez bibêjim ku rejîma îşxalker a siyonîst di vî warî de pir pêş ketiye. Pêwîstî bi lêkolînerên ku bi zimanê Îbranî dizanin heye ku li wan lêkolînan bikin.
Di nav xebatên we de xebatên nivîsandinê hene yan na? Wek maqale, berhem û her wekî din.
Helbet gotarên me hene. Di malpera me de gotarên ku di vî warî de hatine nivîsîn mewcûd in.
We peywendî bi kê re danîne? Bi zankoyên dunyayê re, saziyên civakî re, li Filistîn û Qudsê, li Misrê, ji ‘alema Îslamê û ‘alema xeyrî Îslamî bi kesî re pêwendîyên we hene yan na? Hûn çi difikirin di vî warî de?
Dîyalog û têkilîyên me bi akademîsyenan re heye. Ev akademîsyen di zanîngehên cihêreng ên li cîhanê de dixebitin. Me ji xwe re kiriye hedef ku em enstîtuya xwe di bin banê zanîngeheke fermî de bi cî bikin. Ger ev yek pêk bê em ê karibin rihettir û çêtir hereket bikin. Em hêvî dikin ku ev yek pêk bê.
Ji bo xwendevanê Kovara Kelhaamed hûn dixwazin çi bejin?
Jı ber hebûna kovareke wisa ez bi kelecan im û gelek zêde jî memnûn û razî me. Zimanê dayikê yê Selahaddîn Kurdî bû; lêbelê ew pir baş bi zimanê Erebî û Tirkî jî dizanibû. Divê xwedîtî li vê kovarê bê kirin. Ez ji xwendekar û taqîbkarên vê kovarê daxwaz dikim ku ew bila eşqa Qudsê ya Selahaddîn Eyyûbî baş fam bikin û bila ew ji bo azadî û xelasîya Quds û Eqsa bixebitin.