Bi prof. Dr. Ferset Mer’î re Hevpeyvîn li Ser Xwendinên Dîroka Kurdan
Kelhaamed: Mamosta hûn bi xêr hatin. Di destpêkê de em dixwazin hûn bi xwendevanên me xwe bidin naskirin.
Ferset Mer’î: Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm. Hemd û sene ji bo Xweda Te’ala re ne. Selat û selam li ser Pêğemberê nazdar Mûhemmed sellellahû ‘eleyhî we sellem û al û eshabên wî bin.
Destpêkê de ez sipasiyeke germ ji were dikim ku we ev firset da min da ez biaxivim. Ez Prof. Dr. Ferset Mer’î Îsma’îl im. Mamoste me li zanîngeha Zaxo. Ez pisporê dîroka Îslamî ya Kurda me. Ez xelkê Duhokê me, li wir mezin bûme, wîladeta min 1956 ye. Heta niha min derbarê dîroka Kurdan, dîroka Îslamî, mezahib û firqeyan de 25 kitêb nivîsandiye. 40 behsên (lêkolîn) min yên ‘ilmî jî hene. Min berhemên xwe bi zimanê ‘Erebî nivîsandiye, hinik ji wan hatine wergerandin bi bal Kurmancî û Soranî ve jî. Ez serperiştiya gelek telebeyên doktora û mastirê jî dikim. Ez niha jî li ser dîroka Kurdan a berî Îslamê û piştî Îslamê dinivîsim. Van rojan kitêba min li ser Zerduştiyê hatiye çapkirin. Di wir de tê beyankirin ku Zerduştî beriya Îslamê dînê Kurdabû yan dînê hink Kurdanbû. Berî wê jî min bi zimanê Kurmancî kitêbek çêkiribû li ser Zeradeştîyê.
Kelhaamed: Hewldanên siyasî li ser dîroka Kurdan çêbûn yan na?
Ferset Mer’î: Ez gelek ji bo dîfa’a mezlûmiyeta Kurdan diaxivim ku Kurd milleteke Asya navîn e, mezin e û milletekî dîraoka kevn e. Bes wek Tirk û ‘Ereb û Farisan negihaştiye heqên xwe. Lazim e ew jî li ser vê erdê, di bin vî ‘ezmanî de bi navê xwe hebe û ji milletên din kêmtir nîn e. Bes hinik hewldanên siyasî li ser dîroka Kurdan hat bikaranîn, tesîr lê kir ku nebûne dewlet. Wek Îngilîzan hinik dewletên mezin jî bûn sebeb ku Kurd neghêjin mafên xwe. Piştî herba cîhanê a yekemîn reîsê Emrîkî Wilson gont çi miletê ku hene heqê wan heye ku bibin dewlet. Herkes bûn dewlet bes Kurd nebûn dewlet. Wî ne li tevî, li hinik mentiqên Kurdistanê wek mu’ahedeyek çêkir ku Kurd di gel Ermeniyan bighêjin heqê xwe. Bes piştî wî Mustefa Kemal di gel Îngilîz tifaqî kir, ew mu’ahede feşiland û mu’ahedeyek din çêkir da ku ji Kurdan re tu heq nebin.
Tişkî baş e ku li ‘Iraqê Kurdan hinik heqan wergirt. Sala 1921 dema dewleta ‘Iraqê hat damezirandin Îngilîz ji ‘Iraqê re got hûnê heqê Kurdan bidin. Bes mixabin dewleta ‘Iraqe vê bi cî nanî û bû sebebê ku şoreşa Kurdan dest pêkir. Wek şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd ku di sala 1919de destpê kir. Piştî wê sala 1931ê de şoreşa Şêx Ehmed, sala 1943 heta 1945’an şoreşa Barzaniyan, sala 1946 î’lankirina Cumhûriyeta Mahabadê. Tev feşilîn. Dema melekiyate ‘Iraqe di 14 Temmûzê sala 1958’an de helweşiya Mela mustefa û hevalên xwe ji Rûsya zivirîn ‘Iraqê. Hukûmeta ‘Iraqê yekmîn car bi destûrî î’tîrafkir û got ‘Ereb û Kurd şirîk in di erda ‘Iraqê de û mafên Kurdan da. Bes dîsa ciyê esefê ye hukûmeta ‘Iraqê careke din li ser gotina xwe nema û sala 1961ê de şoreşa Eylûlê destpêkir heta sala 1975.
Kelhaamed: Wan hêzên ku di dîrokê de bûne mani’ê huqûqê Kurdan îro hinik Kurd hê jî hêviya xwe bi wan ve girê didin. Di vir de tezadek tune ye?
Ferset Mer’î: Di vir de gelek îhtîmal hene. Hinek dibêjin eger Kurd bibin dewlet wê dîsa Selahaddîn bizivire û bibe serkirdeyekî mezin ji bo Kurdan wê çaxê wê dîsa hêza Rîchardê xwedyê qelbê şêr ku melikê Îngilîzbû bişkîne, wê dîsa Qudsê ji destê wan derxîne, azad bike. Îhtîmaleke din; milletê Kurd milletekî zindi ye, gênc e, li ser quwweta xwe ye, milletekî çiyayi ye, bi hêz e. Tirsa wan heye ku ev milletê çil pêncî milyon bibe yek, dewleteke bi hêz û quwet damezirîne û li ser rojhilata navîn hukum bike. Û Kurd ji sedî heştê wan Sunnî ne, bi quwet e. Çimkî Îngilîz sala 1918 dema ‘Iraq dagerkir got; Kurd hoz in, yanî ‘eşîret in, nikarin îdara xwe bikin, emê wan teslîmî ‘Ereban yan Tirkan bikin da rê nîşanî wan bidin. Hal ew e ‘Ereb jî ‘eşîr bûn, wexta bûne dewlet seqafeta Firansî yan Îngilîzî bi ‘Ereban re nebû. Dewletên xelîcê hê jî hoz in (‘eşîr in). Her dewleteka xelîcê bi qasî parêzgeheke Kurdistanê tune ye. Hinik dibêjin sala 1921 wexta Îngilîza li Qahire kongre kirin siyasiyên Îngilîz bûn du parçe, hinika ji wan qebûl nekirin ku Kurd bibin dewlet. Xaleke giring jî ev e ku sala 1927an de neft, petrol li mentiqa Kerkûrkê keşif bû. Kerkûk ciyê Kurdan bû. Gotin emê mentiqa Kerkûkê bi ‘Iraqê ve girêdin ji bo ku petrola Kerkûkê bi riya Besra bivin welatê xwe.
Coğrafya Kurdisanê jî ciyekî sitrateji ye. Nêzîkî behrên mezin e jî. Behra reş û behra navîn (mutewessit, Ege). Û Kurdistan erdeke zengînê avê, zengînê pertorlê, zengînê gelek madena ye. Erdeke zira’î ye, kişt û kal gelek tê de çêdibin. Zira’eta Kurdîstanê anha kare sed milyona xwedî bike. Jêderên avê gelek in. Rêbara Firat, rêbara Dîcle û gelek rêbarên din.
Kelhaamed: Em hinekî biçin kûraniya dîrokê. Li gor lêkolînin we Kurd kî ne? Çi ne? Li kêderê dijîn?
Ferset Mer’î: Kurd milletekî kevn in, ev coğrafya jî ciyê wan î kevn e. Ji van milletên din kevintir in. Çewa ku ‘Ereb li Cizîra ‘Ereba hebûn Kurd jî li welatê xwe hebûn. Welatê wan ji behra Wanê tê Behra Urumyê û tê Cizîra Bota. Ev sê goşe ciyê Kurdan yê kevn e. Ji vî welatî re tê gotin “Welatê Soparto”. Milletê Kurdê vir eslê vî welati ye. Milletê din ku li vir hene ew pişt re hatine. ‘Ereb li Cizîra ‘Erebî bûn, Tirk li Asya navîn bûn, navê Farisan tunebû. Faris û Kurd pismamên hev in, herdû milletê Arî ne. Arî nave kevn e. Arî bi me’na merivê me’qûl e, Ereb dibêjin “nubela”. Peyva Îranê peyveke Ari ye, ne girêdayî bi Farisa ve ye. Eger tu bêjî “Kurd milletekî Ari ye” yan bêjî “milletekî Îranî ye” ev peyv ne ğelet e. Ne ku Kurd Faris e, Kurd jî Ari ye Faris jî Ari ye, Belûc jî Ari ye, Pêştû jî Ari ye, Tacikî jî Ari ye. Arî li ba Hindûya dibêjin “Hindî - Îranî”, li ba Ewrûpiya dibêjin Hindî - Ewrûpî ku mezintirîn grub e di dunyayê de. Di dunyayê de gelek millet hene bes sê millet mezin in. Hindî-Ewrûpî, paşê Samî, paşê jî Oraltay. Oraltay Tirk û hevalên wan î Moğol û Korî ne. Ji teva bêtir jî di dunyayê de “Hindî - Ewrûpî” ne. Kurd, Faris, Belûc, Peştû, Sağed, Tacik, Geylanî vana hemî Arî ne. Hindî jî; Hindî, Koceraî, Bingalî, Keşmîrî û yên din in. Ewrûpî jî; Latîn, Cerman, Silav, Ermen, Yûnanî, Pilopolîs in. Ev hemî dighêjin hev dibin mecmû’a Hind-Ewrûpî, mestirîn grubin di dunyayê de. Piştî van mecmû’a Samî tên. Samî kî ne? Ekedî ne, Aşûrî ne, ‘Ereb in, Aramî ne, Emûrî ne, Hebeşî ne, Qiptîyên Misrî ne. Evana jî tev Samî ne ku dighêjin Samî yê Kurê Nûh ‘Eleyhisselam. Evanê din jî dighêjîn Yafesê kurê Nûh Eleyhisselam. Gruba din jî Oraltay in. Oraltay çiyayek e ji Rûs tê heta dighêje behra Qezwîn. Ev çiya Rûs dike du qisim. Rûsê Ewrûpa û Rûsê Asya. Ji wê derê heta dighêje sehra Çînê ev cinsê Tirka ne ferq in ji yên me.
Tirk vêga hatine Anadolê û tevlî xelkên din bûne. Di gel Lazan, Yûnanan, Ermenan, Kurdan hatin guherendin. Enqere, İstenbûl, İzmir ev tev yên Yûnanbûn, digotin Bîzans. Tirkan bi Îslamê ji wan sitend. Çimkî Tirk Muslumanên zîrek bûn. Selçûqî hatin şerê Melezgirt kir û Anadolê xist bin seytera xwe. Pişt re ‘Usmanî hatin Bursa, Edirne, paşê jî sala 1453 Sultan Fatihê mezin Sitenbol sitendin, dünya guhert. Paşê rojhilatê Ewrûpa, Trakya sitendin heta gihaştin Nemsa (Avusturya). Tarîxeke mezin ji bo xwe nivîsîn.
Muhîm ev e; Kurd milletekî Ari ye. Gelek pêlên milletan hatin nav Kurdan. Mesela di nav Kurdan de Kotî hebûn ku ew jî kalikên Kurda ne, girêdayî bi çiyayê Cûdî ve ne. Cûdî û Kotî yek in. Kotî qewmekî beriya mîladî bi sê hezar saliye. Quran jî dibêje “باركنا حولها” Di vir de mubarak yan a menewî ye yan jî a maddi ye ku hemî çem in, şînayî ne, çiya ne û zengini ye. Nûh li Şernûx hatiye xwarê. Şernûx jî bajarê Nûh e. Di Tewratê de dibêjin Nûx. Herfa h diqelibe dibe x. Şernex yanî “Şehrê Nûx”, yanî bajarê Nûh ‘Eleyhisselam. Nûh jî wexta tûfan li Cûdî çêbû li wir hat ser rûyê erdê. Cûdî jî li nav Kurdistanê ye. Ew erdê ku dile Kurdistnê ye îşaret dike ku erda Soparto ye.
Kelhaamed: Beriya Îslamê dînê Kurdan çibû? Kurd çewa Musluman bûn?
Ferset Mer’î: Kurd hebûn bes navê “Kurdistan” berê tunebû. Kurdistan peyveke nû ye, yanî ciyê Kurdan. “Stan” hinik dibêjên peyva Mîdi ye, hinik dibêjin peyva Examini ye. Stan di nav zimanê Ewrûpî de jî tê bikaranîn. Hindî û Îranî jî bikar tînin. Wexta Îslam hat nav Kurdan Kurd li sê, çar ciyan dijiyan. Hinik Kurd li Cizîrê dijiyan ku Îranî jê re dibêjin “Mîzîbûtamya” yanî navbêna herdû rûbaran, yanî Dîcle û Firat. Hinik li mintiqa Ermînya dijiyan.
“Ermînya” peyveka kargîrî, îdarî ye, ne neteweyî ye. Yanî nayê ser ma’na ku evder ciyê Ermena ye. Bes ciyê esefê ye Ermeniya kirin peyveke qewmî. Ermen û Ewrûpî jî Mesîhî ne. Wextê sînor hatin danîn Ewrûpiyan gotin emê Ermena bikin dewlet, li gorî madda 63 û 64 hukmekî ji Kurdan re jî çekin. Yanî emê Kurdan jî bi Ermena ve girêbidin. Ermena kirin dewlet bes Kurdan nekirin dewlet. Vêga jî gelek Kurdên sekulerist hez ji Ermena dikin. Hal ew e Ermen dibêjên Ermenistana mezin. Dema te got Ermenistna mezin ji Erîwanê dest pê dike heta tê Mêrdîn, Nisêbîn, Qiziltepe û tememê bajarên Kurdan bi xwe re dibe. Ûrfa, Diyarbekir, Bedlîs, Mûş, Meletya, ‘Entab hemiya dibe. Û ji xwe dibêjin “Wan paytexta me ye û navê wê jî Tûşîba ye.” Dibêjin “Tûşîba paytexta Ûrartûya ye û Ûrartû jî kalikên me ne.” Ev dewlet sala 700 ji teref Aşûriyan ve hatiye şikandin. Dibêjin “ev erd hemî yên me ne bes Kurdan dagirkiriye. Tirka û Kurdan sala 1915 di şerê cîhanê de û sala 1894 dewra sultan Ebdulhemîd em kuştin, erdê me jî dagirkirin û navê wê danîn Kurdistan. Esasen navê wê Erminya ye”.
‘Elmanî û sekuleristên Kurdan ku dibêjin em î’tîraf bi heqê Ermena dikin Kurdistanê ji binî ve nahêlin. Wê çaxê Kurdistan ma Silêmanî, Hewlêr, Kirmanşah û Duhok. ‘Elmaniyên me hez ji hemî dîna dikin bes ji Îslamê hes nakin. Hez ji hemî zimanan dikin bes hez ji ‘Erebî nakin. Hal ew e zimanê ‘Erebî zimanê Quraanê ye, mu’cîza Quranê ye. Hez ji Farisan, Îngilîzan, Tirkan dikin bes ji ‘Ereba nakin. Çima, ferq çiye? Eger tu bêjî ‘Ereb dagirker e, Tirk û Faris jî dagirker e. Îran û Tirkan bêtir erdê Kurdan dagirkiriye. Û vêga ‘Ereba heqê Kurdan jî daye wan. Di vir de sekuleristê Kurdan ku dibêjin Ermenistan xwe bixwe nahêlin.
Erdeki din yê Kurd lê dijiyan Ezrebeycan e. Navê wê yê rast Etrupatîn e. Bere jî jê re digotin “Bîlad (welat) Mîdya”. Ku di nezera Mînûrîskî de Mîdî kalikên Kurdan e. Herêmeka din ku Kurd lê dijiyan herêma çiya ye. Jê re gitne ‘Iraqul ‘Ecemî. Çimkî du ‘Iraq hebû ne. ‘Iraq’ul ‘Erebî û ‘Iraq’ul ‘Ecemî. Hinek Kurd jî li herêma Ehwaz jiyane ku di keve nav ‘Erebistan. ‘Ereb dibêjin ‘Erebistan, Faris dibêjin Xûzistan. Kurd li van her pênc herêma dijiyan.
Kelhaamed: Şerê Ermen û Azeriya ku çêbû li ser Azerbaycan û jê re dibêjin Qerebağa çiya, ew coğrafya jî a Kurda ye gelo?
Ferset Mer’î: Bi durustî ew erdê ku li serê şer dikin erdê Kurda ye. Stalîn da Ermeniya û kir muşkîle di navbêna wan û Azeriyan de. Stalin eslê wî Corci ye. Wextê ew muşkîle ji wan re çêkir şarezabû. Rûs jî wê wextê mulhid bû, jê re ferq nedikir. Bes kenîsa Rûsî a Ortodoksî gelek muteessib e. Ortodoks weqtê dijayetiya Muslumanan dikin gelek pîs in, ji hemî mesîhiyan ê herî dijwar in. Protestan ji teva xefîftir in. Paşê jî Katolîk tên. Ortodoks bûn sebebê mucadela ‘Usmanî li gel Rûsya xaçparêz. Çimkî Ukranya ciyê Muslumana ye, Kirim Musluman in. Odesa ciyê Muslumanan bû. Sala 1699 an serdema sultan Selîmê sêyem herêma Behra Reş hemî Musluman bû. Bes ku ‘Usmanî ze’îf ketin, Rûsya bi alîkariya Ewrûpa ew erd ji Muslumanan sitend. Îdî Mîdî milletekî Hindî Ewrûpî ne. Mîdî ji Asya navîn koçberbûn dema hatin nav Kurdan zimanê Kurdî ê kevn hinda kir, bû zimanê Mîdî. Anha zimanê Kurdî bêtir zimanê Mîdi ye. Anha gelek peyvên Kurdan û peyvên Ewrûpiyan yek in.
Kelhaamed: Wextê Îslam hat nav Kurdan rewşa Kurdistanê çewabû?
Ferset Mer’î: Wextê Îslam hat nav Kurdan Kurdistan dabeşkirîbû di navbêna du împaratoriyan de. Ji sedî heftê yê Kurdistanê di bin imparatoriya Sasaniyên Îranê de bû. Ji sedî sî, siw pênc jî di bin imparatoriya Bizansiyan de bû. Dînê Farisên Sasanî yê fermî Zeradeştîbû. Quran di ayeta 17 ji Sûretul Hecc ji wan re dibêje mecûsî, ew ji xwe re dibêjin Zeradeştî. Wê demê di nav Kurdan de gelek dîn hebûn. Yehûdiyet, Mesîhiyet, Mîsraiyet, Zeradeştî, weseniyeta Kurdî yanî pûtperestî hebû. Rojhilata Kurdistanê di bin Zeradeştiyê de bû, çimkî ew erd di bin destê Farisan de bû. Em karin bêjin menteqa Silêmanî, Şarezor û Kurdistana rojhelat Zeradeştîbûn. Menteqa Germiyan, Kerkûk, Hevlêr, Duhok û heta Sûrî û bighêje Bakûr dînê wan bêtir Mesîhiyt û Yehûdiyet bû. Heta li Hewlêr mîrgehek hebû jê re digotin “îmarat edyabîn”. Melikên wê Yehûdîbûn. Navê melikeka wê Hêlîn e, vê gavê jî qebra wê li Qudsê ye ku jê re dibêjin Urşelin. Navê kurê wê İzzst bû, ku jê re dibêjin Îzadîs. Sed sal berî mîladî û sed sal piştî miladi mîrgeheke Kurdan hebû Yehûdî bû. Piştî wê Mesîhiyet hat, pêğember hat û mesîhiyet li her derê belabû. Wexta Îalalmiyet hat ev herdû dînê semawî li vir hebûn û Mîsraiyek hebû ew jî dînekî Ari ye. Ew dîn gelek tesir li Ewrûpa kir. Anha 25ê meha 12an ku dibêjin milada Mesîh e ne rast e. Ew mîlada Mîsra ye. Anha navê reîsê Frensî Mitran e. Wexta Hz. Meryem Hz. Îsa welidand meha heştan bû, wexta ruteban (xurma) bû. Ayet dibêje “darê bihejîne bira xurmê teze bi ser te de bibarin”. Ne meha sar bû. Ewan rabûn ‘îda Misra kirin a Mesîh. Papa bi xwe jî î’tîraf kir got, ‘îda Mîsra ‘îdeke weseni ye bes me Mesîhiyan ji bo xwe girtiye.
Îja wextê Îslam hat pênc dîn di nav Kurdan de hebûn. Hinik dibêjin dînê Kurdan Zeradeştî bû. Ne rast e. Zeradeştî bi Farisan ve girêdayi ye. Wexta ku Muslumanan imparatoriya Sasaniyan şikand Zeradeştî jî pê re şikest. Kurdan ku digot Zeradeşt ji bo menetqa Urmiya bû. Vê gavê lêkolînên Ewrûpiyan dibêjin Zeradeşt a rojhelata Îranê bû. Yanî menteqa Afganistan û Turkmenistan. Anha ciyê wan li ba Mezarê Şerîf heye. Ciyê ku Zerdeşt lê hatiye kuştin bûye sebebê xîlafê di navbêna wan de. Ka li rojavayê Îranê yan rojhelatê wê ye. Û ne melûm e Zeradeşt kengî çêbûye û kengî miriye. Û navê Zeradeştî ne melûm e çi ye. Ev tev xîlaf di wan de heye. Gotina ku dibêje “Zeradeştî Kurd in, ‘eleqa wê bi Îranê tune” ev gotineke siyasi ye. Û dibêjin Zerduştiyê Kurdayetî kiriye. Hal ew e Mela ‘Ubeydullahê Nehrî, Şêx Ebdusselam Barzanî, Şêx Mahmud Berzenci û hwd. Vana Kurdayetî kirine. Fikra qewmî beriya 3, 4 hezar salan qet tunebû. Zeradeşt eger pêğember be jî, eger muslih be jî ê qewmî Ariyan hemya ye.
Kelhaamed: Derheqê pêğembertiya Zerduşt de lêkolînên we çi dibêjin?
Ferset Mer’î: Quran dibêje, ji her ummetekî re pêğemberek heye. Re’ya ‘ulemaê Muslumanan; Ebulhezm el Endelusî û el Xeşendî dibêjin Zerdeşt pêğember e. Bes Mecûsiyan dînê wî guherandin. Yek xweda kirin du xweda. Zeradeşt, Bûda û Konfuçyus ev her sê muslihên mezin in. Ev her sê di qerna 5, 6 û 7 de hatine. Di be jî ku pêğember bin. Çimkî gelek pêğember hene Quranê behsa wan nekiriye. Gelek ji wan li menteqa Samiyan bûne, li erda Filistîn.
Kelhaamed: Qanûnên wan jî exlaqî ne.
Ferset Mer’î: Belê. Fikra baş, kirina baş, axaftina baş.
Di vir de lêkolîneke min heye, mastirnama min li ser wê ye. Kurdên bin destên Farisan bi şer Musluman bûn. Çimkî Farisan şer dikirin, Kurd jî tabi’ên wan bûn. Kurdên di bin destê Romê de bi sulhê hatin fetihkirin. Ji sedî 65 Kurdistanê bi sulhê fetih bûye. Ji sedî 35 jî bi şer hatiye fetihkirin. Bes Krudan dixwest yek were wan xelas bike, wan îqaz bike. Her wekî Kurdên ‘Iraqê, kî bihata wan xelasbikirana ji zulma Sedddam wê kêfa wan bihata. Emrîkî ne Muslumanbûn, dema hatin kêfa Kurdan hat. Wê wextê jî Farisan û Roman zulum li Kurdan dikir. Zulma siyasi, aborî, ayînî. Kurdan got hema kî were me ji vê zulmê xelas ke wê ji me re baş e. Wexta Îslam hat, got sê şertên me hene: Yan hûnê Musluman bibin, yan hûnê bacê bidin yan jî emê şer bikin. Wexta Kurdan vêya bihîst Musluman nebûnan jî cizye gelek kêm bû. Heger tune be jî tişnabe, heger zilamê dînî yan pîr bî tu nadî, tu muşkîle tune. Musluman gelek bi rehm bûn. Fitreta Kurdan jî paqij bû.
Kelhaamed: Xizmeta dewleta Eyûbiyan bes ji Kurdan re bû yan ji hemiyan re bû? Xizmeteke çewa bû?
Ferset Mer’î: Eyûbî binemalek e esli ya Kurda ye, Ruwadî ne, ji Başûrê Kurdistanê çûne. Bes wan şoreş kiriye li dijî dewleta ‘Ebbasiyan. Muhacir bûn çûne Qafqasê. Bapîrê Selahaddin Şadî li Qafqasêbû. Paşê bavê wî hat Tîkrîtê, Selahaddîn li wir çêbûye. Rojekê yekî zulum li mesîhiyekî kir, bavê Selahaddîn jî ew kuşt. Ji wir muhacirbûn hatin Mûsilê çûn bi Zengîyan re îş kirin. Zengî binemaleke Turkman in. Selahaddin jî li ba wan bû. Paşê Selahaddin bi apê xwe Şêrkûh re çû Misrê. Şêrkûh li wir wefat kir, Selaheddîn jî bû mezinê dewletê. Paşê dewleta Ftimiyan helweşand û dewletek çêkir, ew dewlet bû dewleta Eyyûbî. Yekemîn dewleta Kurda ye, Eyûbî Kurd in. Bes wê wextê dewlet ne bi navê milletan bûn. Mesela ‘Ebbasî jî ‘Ereb in bes nabêjin dewleta ‘Ereban, dibêjin ‘Ebbasî. Zengî jî Tirk in, lê nabêjin Tirk, dibêjin Zengî. Bes Eyubiyan bi Îslamê hukum dikirin.
Selaheddîn yekemîn dewlet çêkiriye li ser mezhebê Şafi’î. Selahaddîn bû sebeb ku Şafi’î bibe mezhebê resmî ê Kurdan. Kurd berê ne Şafi’î bûn, hinik Malikî, hinik Henefî, hinik jî Henbelî bûn. Bes wextê serkirdeyên Kurdan ji Hekkarî çûn alîkariya Selaheddîn bikin û Selaheddîn bi ser ket, Qudus rizgar kir û dewleta Fatimî ya Îsma’îlî helweşand ev serkirde vegeriyan Kurdistanê û mezhebê Şafi’î di nav Kurdan de belvkirin. Anha ji sedî heştê yê Kurdan Sunnî ne, hemî jî Şafi’î ne. Hinik malên Kurdan çêbûne li Meletya û li Diyarbekir bûne Henîfî ew jî ji ber mensiba (makam) bûye. Çimkî dewleta ‘Usmanî mezhebê wî henefî bû. Ji bo bibin qazî û miftî bûne Henîfî. Serkirdeyên Selaheddîn hemî Kurdbûn, walî û ‘alimên wî hemî Kurdbûn. Şeddad dîroknivîsê wi ye, dibêje wextê îşekî zehmet lê peyda dibû li der û dorê xwe dizivirî bi zimanekî xeber dida ku em tê ne digihiştin. Şeddad dibêje wê wextê bi Kurdî diaxivî. Sirrê xwe ji Kurdan tenê re vedikir, digot “em çi bikin”. Der û dorê wî hemî Kurd bûn. Selaheddîn gelekî ‘unsurîbû ji bo Kurdan. Çimkî 18 kurê wî hebûn, her kurekî wî waliyê erdekê bû. Kesekî ‘Ereb û kesekî Tirk nebûbû walî. Serkirdên hukmî û îdarî hemî Kurdbûn.
Kelhaamed: Mîrekatî û begtî ya Kurdan xizmet ji dewletên deselat re yan ji qewmê xwe re yan ji berjewendiyên xwe re kirine?
Ferset Mer’î: Wextê dewleta Îslamî çêbû, wextê xulefaê raşid Kurd di zerfê çend salan de Musluman bûn. Di zerfê deh salan de Muslumanan li ser Kurdistanê hukumranî kir. Kurdan hêdî hêdî muşareka deselat û zanînî yê kir. Dewleta Emewîyan dewleteke merkezî a Dimeşqêbû. Dewleta ‘Ebbasî jî merkezî bû. ‘Ebbsiyan 524 salan hukum kir. 37 xelîfe bûn. Deh xelîfeyên ewil ji wan re dibêjin esra ‘Ebbasiyan a ewil, hukmê merkeziya wan bi quwetbû. Piştî wê dewlet ze’îf bû, bû hukmê lamerkezî. Milleta bi xwe federaliyet çêkirin. Mîratiyetî derket, Faris û Kurdan bixwe mîrgeh çêkirin.
Kurd gelek bi Îslamê ve girêdayîbûn, ne wek Faris û Tikan bûn, bi Îslamê xwe ‘ezîz didîtin. Wan hesap dikir xelîfê ‘Ebbasiyan li Beğdayê xelîfekî şer’î ye. Hemî melayên Kurdan li ser mîmberê jê re du’a dikirin. Bes wexta xelîfê ‘Ebbasiyan lawaz bû wan jî mîrektiyên xwe çêkirin. Di wextê Îslamê de gelek mîrgehên Kurdan çêbûn. Li Erbîlê mîrgeh çêbû, jê re digotin Mîrgeha Ezbanî, paytexta wê Erbîl bû. Mîrgeha Hesnewî, Mîrgeha ‘Ennazî li menteqa Şarezorê, Mîrgeha Merwanî li Bakûr bû, paytexta wê jî jê re digotin Meyafarqîn, anha jî dibêjin Silîvan, 70 km. ji Diyarbekir dûr e. Ev mîrgeh ji hemiyan mestir bû. Hetta Îbnû Kesîr jê re dibêje “dewletul Ekrad (dewleta Kurdan)”. Yanî ne mîrgeh tenêbû, dewletbû. Çimkî ewwelen 160 salan hukum kiriye, perê wê, yanî sikkeyê wê li ser navê wê hebûn. Nasirûddewle gelek bi qedr û qîmetbû. Peywendiyên wî li gel çar dewletên mezin hebûn di dunyayê de. Di gel ‘Ebbasiyan, Fatimiyan, Bîzansiyan û Buweyhiyan. Digot: “Wexta muşkîlek peyda bibe eger bi pera hel bibe ezê bi pera hel bikim, bi şer hel nakim”. Gelek bi ‘eqilbû. Gelek di xweşiyê de bû jî. Sêsed û tiştek cariyên wî û çar jinên wî hebûn. 54 sal hukum kir. Dibêjin ti melikê dunyayê wek wî xweşik hukum nekiriye. Çimkî 54 sal hukumkirin gelek e. Di roja me de mesela hinek dema 20 sal hukum dikin tên kuştin. Di wextê mîrgeha wî de halê milletê jî gelek xweş bû. Mîrgeha wî gelek jî berfirehbû. Dihat heta menteqa Wanê û Nisêbînê û diçû xwarê û nêzîkî Mûsilê dihat, menteqa Badînan hemî digirt. Cihê esefê ye, wexta hukmê Selçûqiyan hat îdî ket hukmê merkezî. Hukmê merkezî jî ew mîrgeh îdî nikaribû hukum bike.
Di vir de xalek heye gelek ‘aliman jibîr kiriye. Eger mîrgeha Merwaniyan nebûya şerê Melezgirtê bi ser nediket. Deh hezar zilam (ji Kurdan) li gel Alparslan bûn. Rewşa Alparslan gelek nebaşbû. Ji împaratorê Romê Îmazotî re got emê pişt re şer bikin. Îmazotî got na, şerê me wê bighêje Isfahanê paytexta Selçûqiyan. Alparslan ji melayan re got em çi biki? Melayan got emê piştî xutbê du’a bikin. اللهم انصر الإسلام والمسلمين Alparslan mecbur ma, ji Mîrgeha Kurdan Merwaniyan re got deh hezar zilam ji min re bişîne. Di şerê yekemîn, di ‘alemê de bi ser ketin, Împarator Romanos jî girt. Bes ê ku Romanos girt yekî Tirk bû, ne Kurd bû. Bes rola Kurdan di şer de gelek bû ku bi serkevin. Ceyşê Romê 200 hezarbûn. Bîzans, Yûnanî, Laz, Corcî, Ermen, Rûs û hemîbûn. Musulma kî bûn? Turk û Kurd bûn. Bes ciyê esefê ye, piştî bi serketin bi çend salan ew mîrgeh bidawîbû.
Kelhaamed: Keda Kurdan di şaristaniya Îslamê de çi ye?
Ferset Mer’î: Ji ğeyrî ku Kurd fêrisên Rojhelatêbûn roleke wanî mezin hebû di şaristaniya Îslamê de. Ji alî ziman, luğet, hemî ‘ilman ve. Di xizmeta zimanê ‘Erebî de roleke ‘alimên Kurda mezin hebû. Tu kes wek ‘alimên Kurdan di zimanê ‘Erebî de zîrek nebûn. Anha jî her wiha ne. Taybet jî ‘Erebiya fusha. Vê gavê jî wextê diçin beşa zimanê ‘Erebî yan beşa tarîxê dixwînin Kurd di dereca yekemîn de ne. Di kitêbên tefsîrê de jî rola Kurdan gelek mezin bû ye. Di kitêbên Mîlel û Nîhelê de, di kitêbên ‘eqîdê de, di tesewufê de, terîqa Neqşebendî, a Exlatî, a Suhrewerdî, a Qadirî de gelek li pêş bûn. Mewlana Xalid muceddid bû, ew bû wesîle ku terîqeta neqşebendî heta Sitenbolê here. Heta ji dibêjin “Xalidî”. Îbnu Xelikan bi kitêba xwe “Wefiyatul E’yan” vêgavê bi nav û deng e û ‘umde ye di xizmetê de. Şa’ir û zanayên wan şi’r bi zimanê ‘Erebî, Farisî û Tirkî dinivîsin. Lê ‘Ereb bes bi ‘Erebî dinivîsin. Riza Talebanî bi çar zimana şi’r dinivîsî. Lê Îmruulqeys bes bi ‘Erebî nivîsiye. Sin’etê “hîcaz” û “medhê” bi çar zimana merev bike gelek zehmet e. Lê Kurdan vî tiştê zehmet gelek bi asanî pêk anîne.