Bı Navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Temamê Hemd û pesindan û wesfên bi qencî ji Rebbê ‘alemê re ne. Selat û selamê herî kamil û xweşik li ser serek û pêşîvan û rêzanên bixêr, yanî temamê enbîya û ewlîya û ‘aliman, be. Dîsa selat û selam li ser malbata tahîr û es‘habên kîram be. Û li ser ‘hemî kesên xwendevanên bixêr be.
Me der barê ‘alim û wezîfeyên wan û ‘ilmê de, bi seyda û miftiyê teqawît û nivîskar mela Nafih re, hevpeyvînek lidar xist. Em ji Xweda hêvî dikin ku menfîetdar bike.
Seyda mela Nafih YILDIZ kesayetekî ‘aşiqê kitêb û xwendinêye. ‘Eeynen bi vî hawî ‘aşiqê nivîsandin û lêkolînêye. Lê mixabin li gorî ‘eşqa wî jî bê îmkan e, bê pere ye. Kitubxana wî odekeke 30m2 ye, herçar dîwar ji erdê ‘heta ‘heqrê kitêb rêzkirî ne, ewqas jî li erdê hene . Hê ‘heta niha ji deynê kitêban xalî nebûye.
Seyda ji kerema xwe re, hun dikarin xwe bi me bidine naskirin, gelo we li kuderê dest bi xwendina ‘erebî kir?
Navê min Mela Nafih YILDIZ e. Ez ji malbateke ku bi melayan nam daye û li vê heremê xuyaye me. Navê bavê min Mela Îbrahîmê Bellê ye. Bavê min li gundê bi navê Bellê gelek feqî û telebên ‘ilmê dane xwendin û gelek mucaz rakirine. Min jî destpêka xwendina xwe li vê derê li cem bavê xwe kir. ‘Hetta ez dikarim bêjim min temamê ‘ilmê xweyî ‘erebî li ber çoga bavê xwe qedand. Lê Seyda (bavê min) îcaze neda min. Min jî jê nepirsî bê gelo çima îcaze nedaye min. Di vê navberê de mekteba Tirkî sinifa yekemîn jî min li gun xwend. Piştre bavê min, ez li îmam xetîba Mêrdînê qeyd kirim, ez ‘heft salan di dema xwendina mektebê de, di dema betlanê de vedigerîyam gund, min ‘erebî didomand. Piştî îmam xetîbê, du salan li Konyayê, min mekteba bilind xwend. Piştre ez bûme melayê bi qadro (melayê fermî). Li çend cihên cûda min meletî kir. Demekê jî min katibtî kir û piştre li çend bajarên cûda min miftîtî kir, weka Sêrtê û Mêrdînê. Niha jî ez teqawît bûme û bi nivîsa kitêb û lêkolîna cihnên ji herema me meşğûlim.
Seyda berhemên we yên qedandî hene?
Berhemeke min a bi navê ÎSLAM KARDEŞLİĞİ qediyaye. Înşaallah di nêz de ewê derê. Lê DÎROKA DARA û DÎROKA KEFERTÛSA hê nîvco ne. Li ser dîroka Gir‘herînê jî xebateke min heye. Mesela di heqê Gir‘herînê de hinek çavkanî dibêjin, dêreke ku heftsed kesî tê de t‘elîma rahîbtiyê dikir lê hebûye.
Seyda di dema xwendina we de di gihîştina kitêba û ilmê de astengî hebûn an na?
Jibonî min bixwe tu astengî tunebû. Lewra bavê min û kalê min û ‘heta bapîrê min ‘hemî melabûn û xweyî kitubxane bûn. Ez bixwe jî dema çûbûm Konyayê , merivekî ji ‘alimên wir kitubxana xwe li ber min vekiribû. Birastî kitubxana wî jî gelekî dewlemend bû.
Xweda ji we razî be. Seyda hurmeta xelkê ji ‘aliman re berê çawabû û niha çawaye? Bi misalekê hunê çi bêjin?
Di nabêna dema berê û niha de gelek ferq hene. Xelkê berê bawerîya wan bi ‘aliman gelek zêde bû. ‘Alim di gûndekî de him hakim bû, him jî rêber bû. Xwedîyê gund an jî ‘hakimê heremê kî dibe bera bibe ji Seyda re ‘hurmetkar bûn. Seyda di mijarekê de çi ‘hukûm bidaya, ‘hemî kes bi ‘hukmê seyda ji can û dil razî bûn. Lê niha wezîyet bi temamî ziddê berêye. Ne ‘hurmeta ji ‘alima re maye, ne jî ‘hurmeta ‘ilmê.
Seyda gelo ev bê‘hurmetîya însanan ji ehlê ‘ilmê re jiber çiye?
‘Heyran bi kurtayî meriv dikare du sebeban bibêje. Yek jê, hebûna (zêdebûna) melayên dinyê li cem ‘hemî kesî. Bi rastî zengînbûna însanan gelek caran dibe sedema ‘isyankirina kesan. Herwekî ku Qur’ana pîroz jî dibêje: “Bêguman însan tağî dibe wexta ku xwe dewlemend dibîne.” Birçîbûnî jî bil‘eks însanan sewqî tefekurê dike, tefekur jî însên nêzî Xweda dike. Sebebê dudan jî bê‘hurmetîya ‘aliman ji ‘aliman reye. Mînak; feqîyek diçe cem seydayekî, çend salan te‘hsîlê dibîne, hinek meselan hîn dike, lê zen dike ku bûye ‘alimekî gelekî mezin. Dibêje “ma ka seyda kîye, ez jî weka wî dizanim” Lê mixabin îdrak nake ku çawa ‘ilm ji seyda girtîye, wiha lazim e ku edeb û teqwa jî ji seyda bigirta. Binêrin gelî bira, di medreseyên kurdan da du şiklê tedrîsa ‘ilmê hene. Yek jê dersgirtina ji seydaye. A dî jî dersgirtina ji edeb û exlaqê seydaye.
Seyda ewê ‘hurmeta ji ‘ilmê û seydayan re dîsa bi çi hawî çê bibe? Û ev xelkê ku bi cehaletê ketîye nava îxtîlaf û tarîtîya vê ‘esrê, çawa jê xelas bibe?
Belê jibo ku ‘alim bi rûmet û qîmet bibin, lazim e ku pêşî ‘alim di navbêna xwe de seba hevdû qet nekin, welew ji hevdû hez nekin jî, welew ku di meselên girîng de jî mixalifên hevdû bin. Dîsa li cem xelkê bi tu hawî dev navên hev. Lewra devavêtina ‘alima ji hev re, rûmeta wan li cem xelkê tune dike. Li cem Xwedê jî tune dike. Wê demê jî bandora gotina ‘alim li ser xelkê çênabe. Binêrin li gundê bavê min kesekî mesî‘hî hebû, neh salan li gund cenantîya pembo dikir. Rojekê ixtîlaf kete nava wî û xwedîyê gund. Wî kesê mesî‘hî got: “Ka em herin şerîetê cem seydayê we.” Di encamê de hatin cem seyda û hikum ji yê mesî‘hî re ket. ‘Hemî kes bi dilxweşî ji hev veqetîyan. Sirrê vê dilxweşîyê ji herdû alîyan re ev bû: Seyda bi sebnekirina melayên derdora xwe û xelkên dora xwe, rûmeta xwe mi‘hafeze kiribû. Lewra ‘hukmê wî bandor û tesîr li ‘hemî kesî kiribû.
Yani gelî birayan! Heger em bixwazin ku pirsgirêk û astengiyên pêşîya me û xelkê me rabin, lazim e em gelek medresan vekin û di medresên xwe de him ‘ilmê zahirî, him ‘ilmên batinî û him jî ‘ilmên me’newî bidin xwendin. Herwekî hatîye gotin ku “kî dinyê bixwaze, bera ‘ilmê bixwîne, kî axretê bixwaze bera ‘ilmê bixwîne, kî jî herdûka bixwaze bera dîsa ‘ilmê bixwîne.” Çareserîya hemî pirsgirêkan di ‘ilmê de ye. Çareserîya rûmetbûna bi ‘ilmê jî di teqwa ‘aliman deye.
Seyda! Li ber ronîya van gotinên we, derheqê Îttîhadul ‘Ulema (Yekîtiya ‘aliman û medreseyan) de hun çi difikirin? Lewra ew jî gelekî li ser medresa û ‘ilmê disekinin û medresan vedikin?
Kî ji bo riza Xwedê karekî bike û armanca wî riza Xweda be, ewê Xweda wî mûwefeq bike înşaallah. ‘Emelê ku ewê jı merıv re bımîne hew rızaa Xweda ye.
Seyda, ji bo van axaftinên we yên biqîmet û ji bo wextveqetandina we, Xweda ji we razî be. Û we di karê weyî nivîsandina kitêban de miweffeq bike.