ZAROKÊN DELAL!
Ezîzên dila! Bihar hat û şên kir her derê welat. Li pey hev hatin û hilatin Adar û Nîsan û Gulan. Fêkî geş bûn, dar û devîyan berên xwe kemilandin. Êdî havîna xweş dest pê kir.
Dema behsa havînê dibe, kêfa we tê ez zanim. Çimkî havîn e, tatîla rengîn e. Erê hate Hezîran, qedîya meh û îda Remezan. Ders û mekteb qediyan, ğem û keder reviyan. Lewra hate havîn û tatîl, dema ger û kêfa kamîl. Tam, tam sê meh ji bo we, têr û tijî.
Bazdan heye, seyran heye, sobeberî heye, lîstin û gerî heye. Fêkî hene, xweşî hene. Ê de Hezîran û Temmûz û Tebaxe. Dema karên zevî û û baxçe û bağe. Madem havîn e, lazim e dem û tatîla me jî bi qencî û xweşî derbas be jibo hem em jê feydê bibînin û hem jî Rebbê me ji me razî be. Wun zanin tatîl ne ger û lîstin û raketin tenêye.
Her sê mehên havînê, di her yekê de meywe û fêkîyên cûrbecûr, kar û ‘emelên rihet û zor hene. Her tişt di wexta we de xweş e. Em zivistanê têkevin avê, emê nexweş bikevin û perîşan bibin.
Lê di havînê de em têkevin avê, kêf û şên e. Me behsa avê kir, hewceye em li ba zana têkevin avê, bê mezina em xwe bera çem û birkên kûr nedin. Xweda mihafaza, tiştek bibe bila kesê ku karibe şitalî me bike hebe.
Ketina avê yanî sobeberîya avjenî baş e ku meriv bi’elime. Lewra pêxemberê me jî li Medînê li cem zarokên xalanê xwe di ava bîra de elimîye.
Ava Sar
Ezê ji we re îcar behsa paleyî û gêrê, pûş û patoz û bênderê nekim. Ezê behsa ser reza û mehserê jî nekim. Ji we yên li gunda, van karan dizanin. Yên li bajaran jî yan bihîstine, yan di televîzyon û belgefîlman de dîtine, yan jî yekcar nizanin. Ên nizanin bila ji mezinê xwe bipirsin û bi’elimin. Ezê ji we re behsa pez û dotinê, rêsî û kadînê jî nekim. We go ma ka ji havînê çi ma?
Hooo hooo! Ma sê meh havîn ev tişt tenê ne?
Ma ava sar heye ava sar! Qasî havînê meriv bêriya ava sar dike û gava meriv baş dibetile, li ser kanîkî li kar disekine û wek berxika xwe qulîzî wê avê dike û dilê meriv rihet nabe, meriv îcar bi kulma dadqurtîne, dîsa meriv jê têr nabe, meriv îjar serê xwe tê dadike û piştre meriv dîsa jê vedixwe… Hew dibe. ‘Efîyet be.
We dî? Rebbê me çi nîmeteke xweşik û hêja daye me! Xwedayê me ji me însana ewqas hezkirye ku ewqas nîmetên zêde û baş li me kirne. Hew Xweda zane bê ew av ji ku tê û çi mexlûqata av dide. Bacan û baxçe hatin bîra we? Belê ew jî bi avê şîn dibin. Ezê behsa baxçe û avdanê jî nekim.
Hêlekan
Ava sar û qerisî di havînê de pir xweş e. Niha behsa xweşîyakî din jî bikim.
Wun zanin hêlekan çiye. Li nav hewş û hêwana, werîs û kindirekî davêjin du dar yan du qulpên ji hev dûr. Bi qasî ‘inîşkekî ji hev fire dîsa werîsê davêjin wan dar yan qulpan. Di nava werîs de ciyê nizm û bi qasî meriv karibe ji erdê bi rehetî li serê rûnê, mînderek an jî merş û tejikekê meriv datîne ser her du werisa. Û meriv lê siwar dibe.
Meriv dikare xwe kilke û bi vî alî bi wî alî de xwe biv û bîne. Û meriv dikare tê de xwe dirêj ke û rakeve. Erê erê bebekên biçûk carna dixin wan hêlekanan û wan tê de dixin xew. Lê dema meriv di bin darên mezin de, yên jiber gulî û pelên wan ro nade erdê, hêlekanê çê dike û dikevê. Xweşî hew dibe. Ew rehetî jî dana Xwedê ye.
Tu dixwazî tê de Qur’an û kîtêba bixwîne, ger bixwazî karî tê de binivîsîne yan jî li menzera derûdora xwe binêre û meznantîya Xweda bibîne. Wun zanin tiştekî çawaye? Ê de qawet be ji we re.
Sitêrkên Bêjimar
Niha ezê behsa tiştekî din jî bikim.
Di germa havînê de dema we li hundurê xanî îdare nekir, we rahişt nivînê xwe, we baz da ser xanî û li ser xanî we xwe dirêj kir… Ji we yên li gund û qeza dimînin, textê hinekan heye, ez zanim. Ji bo havînê hazir kirne. Danîne ser xanîyê xwe. Dema dinya germ dibe, diçin bi şev di wan de radikevin.
Ha dema wun çûn ser wan textan, di şevek tarî de, berê xwe bidin ezmanan û li wan sitêrkên bêjimar û biriqandî binêrin, bê asîmanên kaînatê çawa xemilandine, tu baş li wan binerî, tu dibê qey dipeyvin, çavê xwe diniqînin. Ji xwe hûn ji mektebê jî zanin ku bi hezar salan dûrî dinya mene. Hinek ji wan ji rojê mezintirin jî tew. Ahenga wan, menzera wan çiqas mezin û bi’îbret e. Lewra sen’etê Xweda nîşan didin.
Îja we jî fêm kir ku Xweda li asîmanan jî meznantîya xwe nîşan dide û li ser erdê jî bi mexlûqên pir biçûk jî qudret û meznantîya xwe nîşan dide. Rebbê me çiqas mezin û biqudret e… Ji we yên ku di apartman û daîreyan de dijîn, nikarin herin ser xênî rakevin? Erê nikarin herin ser xênî, lê ew jî dikarin di şevê weha de di pencera re li ezmana binêrin. Ji her alî ve sitêrkên li asîmana xuya dibin. Dinya me di nav wan sitêrkan de, qasî serê derzîyê dibe ya nabe ewqas biçûke.
Wun hinek pirsa dixwazin?
Ew çax ez bipirsim.
Yek Xwedê yek: Rojên îda Remezanê di kîjan meha hicrî de ne?
Dido yanî dudû: Rojên îda qurbanê di kîjan meha hîcrî de ne?
Sisê: Rojîya piştî îda Remezanê tê girtin, jê re çi tê gotin?
Çar: Rojîya berîya îda qurbanê tê girtin, jê re çi tê gotin û çend roj in?
Penc: Serjêkirina qurbana ji kîjan pêxemberî ji me re maye?
(Ewilî ji xwe re lê sax bikin û bigerin û heger we cewabê wan nedî, li van cewaba binêrin. 1. Sê roj îda Remezanê di me Şevvalê de ne 2. Çar roj îda qurbanê di meha Zîlhîcceyê de ne 3. Piştî îda remezanê şeş roj rojî bê girtin, jê re şeşek dibêjin. 4. Deh roj berîya îda qurbanê bê girtin, jê re dehikê hecîyan dibêjin. 5. Ji Hz. Îbrahîm serjêkirina qurbanan ji me re maye.)
Cewabê wan rehet bûn? De ka wun di vê tatîlê de siyer û heyata sehaban baş bixwînin, ezê ji we re yên zortir bibirsim.
Niha Ka Em Me’na Vana Bielimin:
Heft karan dike: Ev peyvik ji bo kesên ku ji destê wan gelek kar tên û jêhatîne tê gotin. Kesên weha di sehakî de tenê di gelek alîyan de xwedî huner û senet in. Ji destê wan gelek marîfet dertê. Li xwe naheyirin û bi kar û xebatên xwe qezenc dikin.
Ma bayê sor bi te ketiye: Ev peyvik jibo kesên bêkêr û tembel û nejêhatî tê gotin. Kesên weha nikarin ji îşê xwe der bên. Yek ta’dê li wan bike, nikarin li berê rabin û destê xwe hilînin. Bi xwer nabînin û kar û şuxulekî bikin. Eware û betal disekinin. (Wun di tatîl û havînê de, temî temî nebin ji kesên weha.)
Kevrê havînê bavê dawya kadînê: Ev gotina pêşiyaye. Tê wê me’neyê ku di havînê kar û xebatên bên kirin, ne belasebe. Helbet wê rojek lazim bibin. Lewra havîn komkirin û topkirina ber û zada ye. Gelek tişt di havînê de dikemilin û di pêş de jî lazim dibin. Divê meriv wan navêje, rojekê ewê ji meriv re hewce bike.
Temûz e, kakil kete gûz e: Ev gotina pêşîyaye. Dema çêbûna qin û kakilên gûza nîşan dide. Yanî her tişt jibo kemilandin û gihaştinê wextek jê re heye. Dema wexta wê bê, xweşik û gihîştî dibe. Heta nebe serê payîzê tirî baş nabe tirî. Helbet hinek cins havînê jî der tên. Ê wan jî dem û mewsîma wan ew çax e.
HAT TATÎL Û HAVÎN E
Her der şên û avîn e
Fêkî kerik xavîn e
Heta germ û tavîn e
Hat tatîl û havîn e
Mekteba me tatil e
Lîstika me va tîl e
Û şîva me patîl e
Hat tatîl û havîn e
Veduxun em ava sar
Di xebat û dema kar
Li xwe qatemin her car
Hat tatîl û havîn e
Karê çinîn û debrê
Zehmet e bike sebrê
Bizan qîmeta hibrê
Hat tatîl û havîn e
Hêlekana li hewşê
Holika me bi rewşê
Li ber bîçer û qewşê
Hat tatîl û havîn e
Genim tijîne dawîn
Ta bi embar û kadîn
Fêkî şêrîn û sarîn
Hat tatîl û havîn e
Çûna camî bi lez e
Bo Qur’anê bibeze
‘Ewna Xweda bi xwaze
Hat tatîl û havîn e