Ebdurehîm Rehmî Hekarî di sala 1890 î de li bajarê Hekarî li gundê Elbaqê hatiye dinê. Bavê wî Mehmet Pertew Begê Teyarî ye. Ji alîyê bavê ve seyid e, dighêje Şêx Ebdulqadirê Geylanî û ji alîyê dê ve jî dighêje şêxên Erwasîyan.
Ebdurehîm Rehmî perwerdehîya xwe ya ewil li Elbaqê, ya navîn jî li Wanê li dibistana Darulmuallîminîyê kiriye. Li Medresê Kurdîstanê Fqqetîyê kiriye, Îcaza xwe ya ilmî li cem seyid Taha sitendiye. Di salên tehsîla xwe ya ‘ilmî de bi Se’îdê Kurdî (Nûrsi) hevnasîn kiriye. Di 16 salîya xwe de ji bo îlahÎyatê bixwîne ji Wanê çûye Sitenbolê. Bes li Stenbolê xwe di nav xebatê edebî, ilmî û sîyasî de dîtiye. Şert û mercên Stenbolê bûye sedemê nivîskarîya wî. Ebdurehîm Rehmî li Stenbolê dest bi nivîsandina şê’r, helbest û nivîsên ilmî kiriye.
Li Stenbolê dema Ebdulhemîdê duyem ji terefî jöntürka ve ji ser text tê daxistin, rewşa împaratorîyê ya sîyasî xira dibe, herwiha şert û mercên xebatên olî û Kurdî jî zehmet dibe. Ebdurehîm Rehmî di despêka şerê cîhanê yê yekem de vedigere Kurdîstanê. Di wê demê de artêşa Ûris êrîşî bajarê Wek Wan, Bedlîs û Qersê dike, Ebdurehîm Rehmî û Bedîuzzeman Seîdê Kurdî tevî alayên eşîran li hember artêşa Ûris beşdarî şer dibin. Ebdurehîm Rehmî û Bediuzeman dîgel komek hevalên xwe sala 1915 an de hêsîr dikevin. Wî dibin Baku’yê qempa Nargîn di orta Behra Hazarê de digirin. Li vir fêrî zimanê Rusî û Almanî dibe û di qempê de jî nivîskarîya xwe didomîne. Di qempê de pîyesa Kurdî ya namdar “Memê Alan” dinivîse. Sala 1917 an de piştî rejima Ûris bi şoreşa Bolşevîk têk diçe dewleta Ûris ji şer vedikşe û Ebdurehîm Rehmî û hevalên xwe azad dibin. Paşê ev xatiratê xwe yê esaretê di hinek pirtukên xwe de dinivîse.
Ebdurehîm Rehmî sala 1917 an de heta têkçûna dewlata Osmanî û damezrandina Cumhurîyetê li Kurdîstanê gerîya ye, bi gelek eşraf û axayê eşîran re hevdîtin kiriye, ji bo mafê milletê xwe yê olî û neteweyî pir xebitiye. Hema hema meriv dikare bibêje di van salan de bajar bajar gerîya ye millet hişyar kiriye. Wek milletê din di van salan de Milletê Kurd jî di nava xizanî, dubendî, cehalet û esaretê de bû. Di vê dema zorzehmet de Ebdurehîm Rehmî ji bo xelkê xwe xebitiye û di nav gelek sazî û komeleyan de cîh sitendiye. Li Stenbolê bi rewşenbîrê Kurd yê wek Hecî Ebdulqadirê Koyî, Celadet ‘Elî Bedirxan, Kamûran Bedirxan re hevdîtin kiriye, xwestiye tifaqeke navend di nav milletê Kurd de çêbibe. Di van salan de xebat û xîretê wî gelek bi qîymet e.
Di sala 1920 de ji teref hikûmetê tê girtin bi qasî 2 sala di hepsê de dimîne. Piştî damezrandina Cumhurîyetê Ebdurehîm Rehmî li pêşberî zulm û zexta Kemalîstan yê qedroyên Cumhurîyet damezrandibûn derdikeve, damezrandina rejima Kemalîst li ser wî bandoreke neyînî çêdike. Edî piştî Cumhurîyetê bi sedem şert û mercên demê yê zorzehmet hema meriv dikare bibêje dev ji xebatê Îslamî û Kurdî berdide. Ji xwe di van salan de xebatên olî û yê Kurdî qedexe bûne. Di serhildana Şêx Seîd efendî ya sala 1925 an de navê Ebdurehîm Rehmî Hekarî jî derbas dibe, ev dibe sedema ku zextên hikûmetê yê li ser wî zêdetir bibe.
Piştî têkçuna Qiyama Şêx Se’îd, Ebdurehîm Rehmî di nav rêxistinên olî yê Tirkan de xebatên xwe dewam dike. Di sala 1927 an de ji Fakulteya ÎlahÎyatê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn dibe. Navê Teza wî ya Mezunîyetê “Abîde-î Tewhîd e” Paşê diçe Enqerayê û li vir jî Dibistana Malîyeyê dixwîne. Li bajarên wek Manîsa, Foça û Îzmîrê kar dike. Astengîyên girîng derdikeve pêşberî wî, şert û mercê li herêma xwe bixebite namîne, diçe Anadolê û di nava xebatên wir de cîh distîne. Di sala 1930 î de qanûna paşnavan ji bo heman welatîya derdikeve. Ebdurehîm Rehmî jî di wan salan de paşnavê Zapsû hildide. Zapsû navê çemekî li devera Colemergê ye.
Ebdurehîm Rehmî bi Hîdayet Xan re dizewice ku Hîdayet Xan ji malbata Bedirxanîyan keça ‘Ezîz Bedirxan e. Çar zorokê wî tên dinê. Zaroyên xwe li Stenbolê di mektebên navdar de dide xwendin. Di sala 1947 an de Kovara Îslamî û ilmî ya bi navê “Ehlî Sunnet” bi Tirkî derdixe, di van salan de rêveberîya Yurda xwendevanan ya bi navê “Dicleyê” dike. Mûsa Eynter jî di van salan de di vê Yurdê de dimîne, bi wî re hevûdû nas dike û Musa Eyneter bi Keça wî Ayşe Hale re dizewice.
Ewe û Necîp Fazil hev nas dikin û di kovara wî ya bi navê “Büyük Doğu”yê de dinivîse. Paşê kadroyên kovarê bi navê “Büyük Doğu” yê cem’îyetekê saz dikin. Ebdurehîm Rehmî dibe sekreterê giştî yê vê cem’îyetê. Ji bilî wê, weşana Kovara Ehlî Sunnet jî didomîne. Têkîlîyên wî bi Seîd Nursî re jî hebûn. Di van salan de Ustad li Emîrdaxê di bin çavan de bû, Rehmî Hekarî bi wî re gelek hevdîtin kiriye. Eleqê wî û Ustad ji hev qut nebûne. Çi dema Ustad dihat Stenbolê miheqeq dibû mêvanê Ebdurehîm Rehmî Hekarî. Ebdurehîm Rehmî di sala 1951ê de jibo beşdarî Konferana Ciwanên Misluman bibe diçe Pakîstanê û li vir ew û Seîd Remezan el Botî hevûdû nas dikin.
Ebdurehîm Rehmî li dû xwe ji bilî helbest û berhemên Kurdî bi dehan berhem û helbestê bi Tirkî jî hiştiye.
Hinek berhemên wî ev in: Şafî îlmîhalî, Îman Kîtabı, Enbîya Tarîhî, Temîzlîk ve Ahkamı, Namaz ve Ahkamı, Cenaze ve Ahkamı, Helal ve Haram, Düşünüyorum ve Soruyorum, Kuranı Kerim Tefsiri, Gazîya Welat, Memê Alan
Ebdurehîm Rehmî temenekî têr û tijî buhartiye, ji bo dîn û milletê xwe xebitiye, mîrasek hêja û bi qîymet li du xwe hiştiye. Dema xwe bi xizmet û xebat derbas kiriye, temenê xwe yê kin bi xebatên nemir xemilandiye. Ebdurehîm Rehmî ‘alim û rewşenbîrekî bi hemu xem bû, jiyan û xebatên wî, berhemên wî yê ‘ilmî, sekna wî ya li hemberî zilmê neslan bi neslan dê herdem bê behs kirin. Ev Alim û Rewşenbîrê qedirbilind di sala 1958 an de li Stenbolê wefat dike û li goristana Edîrnekapî tê veşartin.
Xweda rehma xwe lê bike gora wî buhuşt be.